NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bang li hemû ciwanan kir ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” dakevin qadan.
Koordînasyona TCŞ’ê diyar kir ku wê di 7 û 8’ê Kanûnê de li gelek deverên Elmanya û Fransayê çalakî bên lidarxistin û got, “Di dawiya hefteyê de ciwan ji bo ala berxwedanê ya li dijî faşîzm û zîhniyeta dagirker bilind bikin dadikevin qadan.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Divê neyê jibîrkirin ku têkoşîna azadiyê ya gelê me û bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn ancax bi azadiya Rêber APO pêkan e.
Tecrîdkirina Rêber APO parçeyek ji polîtîkayên faşîzan e ku ne tenê li ser azadiya gelê Kurd, li dijî hemû gelên herêmê tê meşandin. Riya azadî, demokrasî û aştiyê wê bi pêkanîna fikrên Rêber APO pêk were. Azadiya Rêber APO wê deriyê jiyana bi hev re, wekhev û azad a gelan veke; Wê dawî li polîtîkayên şerê dagirkeriyê bîne.
Îro mezinkirina têkoşîna li dijî êrîşên dagirkeriyê û rejîmên faşîst tê wateya bilindkirina dengê me yê ji bo azadiya Rêber APO. Her kesê ji bo yekîtî û aştiya gelan têdikoşe divê bi vê daxwazê dakeve qadan.
Em ji bîr nekin ku ronahiya Şoreşa Rojava bi îdeolojiya azadîxwaz a Rêber APO çêbû. Em ê tu carî nehêlin ev çira vemire! Ciwanan; Bi wêrekî û biryardariya xwe hêza ku wê faşîzmê têk bibe û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bike ev e.
Niha dema mezinkirina berxwedanê û rawestandina şer e! Em bang li hemû ciwanan dikin ku li ku dibin bila bibin dengê Rojava û azadiyê!
Agahiyên çalakiyên ku bên kirin;
ALMANYA
Hamburg:
Dîrok: 07.12.2024
Dem: 14:00
Navnîşan: Hachmannplatz / Hamburg
Stuttgart:
Dîrok: 07.12.2024
Dem: 14:00
Navnîşan: Lautenschlagerstrasse / Stuttgart
Monchengladbach:
Dîrok: 08.12.2024
Dem: 20:00
Navnîşan: Mönchengladbach Hauptbahnhof (Stasyona Trenê ya Navendî)
FRANSA
Marseille:
Dîrok: 07.12.2024
Dem: 13:00
Navnîşan: Qada Canabiere / Marseille
Paris:
Dîrok: 07.12.2024
Dem: 14:00
Navnîşan: Meydana Republique / Parîs