NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberî ragihandine. Her wiha bang li xwendekarên li Sûriyeyê kir ku li dijî çeteyên dagirker tevlî nava refên Şerê Gel ê Şoreşger bibin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
Di destpêkê de em weke Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûrî êrîşên ku li ser xaka me tê kirin bi tundî şermezar dikin û berxwedana dîrokî ya gelê me yê li Heleb û Şehbayê nîşan dane silav dikin.
Ev êrîşên dewleta tirk berdewamiya plana ku tirkiyê bi riya Daişê bi ser nexistiye û armanca wê dagirkirina sînorên Mîsaqî-Milî ye ku dewleta Tirk gelek caran xwestiye pêkbîne ye.
Armanca van êrîşan dagirkirin û parçekirina Sûriyê û veguhertina wê ji bo navenda terora navdewletî ye.
Lewma em bang li tevahî gel û xwendekarên xwe yê Sûriyê dikin ku divê bizanin yek ji armancên van êrîşan ew e ku hêviyên sûriyê yên jiyaneke azad û bi rûmet ji holê rakin.
Divê li tevahî Sûriyê tevahî xwendekarên Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Tirkmen ji bo rûbirûbirina van êrîşên hovane divê destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe xurt bikin. Parastina ax û welatê xwe parastina rûmeta xwe ye, li ser vî esasî çi dibe bila bibe em ê rênedin çeteyên dagirker ku xaka me ya buhişt ji xwe re bikin milk û bi lingên xwe yên qirêj pêlî axa me bikin. Em ê bi rihê şoreşa rojava dagirkerî, komkujî û şerê qirkirinê têk bibin.
Li gorî pêvajo û rewşa heyî, em jî weke Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriye seferberiyê radigihînin û tevlî qonaxa seferberiya giştî dibin û bang li tevahî xwendekarên Sûriyê dikin ku bi rihê seferberî û welatparêziyê rabin ser piya û cihê xwe di nava Şerê Gelê Şoreşgerî de bigirin, werin em bi hev re welatê xwe, rûmeta xwe û şoreşa gelan biparêzin.
Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûrî
3-12-2024