BEHDÎNAN- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got, “Hewl didin tecrîdê asayî bikin. Divê mirov xwe ti carî sist neke. Ji bo mezinkirina berxwedanê em bang dikin.” Besê Hozat got, “Eger dewleta Tirk di qirkirinê de israr bike wê hilweşe.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bersiv da pirsên Medya Haber TV. Besê Hozat diyar kir ku tevî daxuyaniyên Devlet Bahçelî jî tecrîd dewam dike û got: “Di vî warî de tu gavên pratîkî navêjin. Tecrîd dewam dike û gav bi gav hewl didin hawîrdoreke rewa û asayî biafirînin. Ev rewşeke cidî ye. Divê gelê me li dijî tecrîdê berxwedana xwe mezin bike.”
Besê Hozat diyar kir ku rêya çareserî û aştiyeke bi rûmet bi berxwedanê ye û wiha got: “Eger em dixwazin pozîsyona Rêber Apo xurtir bikin, rêya vê jî berxwedan e. Divê em tu carî xwe sist nekin.” Besê Hozat anî ziman ku ger dewleta Tirk di polîtîkayên xwe yên qirkirinê de israr bike wêranî û perçebûn li benda wê ye û peyama “nikare bi PKK’ê re derkeve serî” da.
Weke Rêber Apo jî diyar kir tecrit dewam dike. Herî dawî piştî hevdîtina malbatê 6 mehê din jî cezayê dîsîplînê hate dayîn. Li hemberî vê tecrîtê gelê Kurd, dostê wan ji bo azadiya Rêbertî timî di nav çalakiyê de bûn. Bi taybetî li Koln û Êlihê mîtîngên mezin hatin lidarxistin. Di çarçoveya pêngava azadiyê de bûyerên ku diqewimin hûn çawa dinirxînin?
Ez di serî de 46’emîn sersala damezrandina partiya me ji Rêbertî re, gelê me, gelên me, ji jinan re, hemû mirovahiya pêşverû re pîroz dikim. Ev sal jî wek salên berê, heta salên berê jî wêdetir li Kurdistan û dervayî welat bi coşekê mezin bi awayek heybet hat pîrozkirin. Dostên me jî tevlî van pîrozbahiyan bûn. Bi rastî jî ji bo 47’emîn salvegerê pêşwazîkirinek xurt çêbû. Di esasê xwe de sersala îsal ji pêngava azadiyê re jî tevlîbûnekê xurt îfade kir. Pêwîste van pîrozbahiyan jî di çarçoveya pêngavê de binirxînin. Di pêngavê de asteke girîng îfade kir. Gelê me peyama vê yekê da, di 46’emîn salvegera Partiyê de jî em ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk bi têkoşîna xwe û berxwedana xwe pêk bînin. Di vê wateyê de peyama serketinê da. Baweriya vê, îddîa û biryardariya vê danî holê. Ev gelek girîng bû. Ev jî îfadeya îsal pêngavê hîn xurtir pêşxistinê bû. Ev pêngav bi ruhekî hîn xurtir di sala xwe ya duyemîn û 46’emîn sersala damezradina Partiyê de hat pêşwazîkirin û astekî mezin bidestxist.
Dîsa 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî bû. Vê rojê jî jin kolanan û qadan dagirt. Li Kurdistanê, Tirkiyê û hemû cihanê di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” de bi hezaran, deh hezaran, sedhezaran û mîlyonan jin meşiya. Ev gelek girîng bû. Taybetî jî li Kurdistanê jinên Kurd hemû kolanan tijê kir. Di heman demê de rêya azadiya jinê ji azadiya Rêber Apo derbas dibe û felsefeya Rêber Apo ya azadiyê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” pir xurt îfadeya xwe dît. Jin li her derê vê qêriyan. Pêwîste em van protestoyên li hemberî tundiya li ser jinê wek dewam û bilindbûna pêngavê binirxînin. Hemû jin di felsefeya Rêbertî de, felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hatin gel hev. Vîn û hêza piştgirî, hevparî û têkoşîna yekîtiyê danîn holê. Jiyanek azad, pergalek demokratîk, civakek azad, bi têkoşîna jinê wê pêk were, vê bi awayek xurt danîn holê. Bi awayek xurt îfade kirin ku ev jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve pêkan e. Vê jî weke min got, pêwîste weke tevlîbûna pêngavê bigirin dest. Feydeyê ku Rêber Apo ji bo azadiya jinê kiriye, têkoşîna ku daye û asta ku derxistiye holê êdî ji aliyê hemû cihanê ve, ji aliyê hemû jinên cihanê û mirovahiyê ve tê dîtin. Ev rastiye. Di vê wateyê de tevlîbûna jinê ya pêngavê pir girîngî dihewîne. Par Tevgera Azadiya Jinê ya Kurd tevlîbûnek pir xurt kir. Ji pêngava azadiyê re pêşengî kir. Dîsa ji bo kurevîbûna pêngavê de rolekê pir girîng lîst.
Taybetî xebatên Jineolojiyê ji vî alî ve bi bandor bûn. Di asta cihanê de hîşt ku gelek aktîvîstên jin, tevgerê jin xwedî li vê pêngavê derkevin û tevlî vê pêngavê bibin. Ez bawerim xeta azadiya jinê ya ku Rêber Apo pêşxist û felsefeya azadiyê li hemû jinên cihanê baştir bê gotin wê kombûnên xurtir çêbibin û têkoşîna hevpar wê hîn zêdetir mezin bibe. Dîsa wê ji aliyê jinan ve xwedî derketina azadiya Rêber Apo wê hîn xurtir çêbibe û wê bibe kurevî. Û ji bo pêngava azadiyê li herêmê jî di asta cihanê de jî, tevgerê jinan ên ku têkoşîna azadî û wekheviyê didin wê pêşengiyê bikin û tevlî bibin. Ev pir girîng e. Yê ku têkoşîna me anî vê rojê jî xeta Rêber Apo ya jinê ye. Têkoşîna ku di pêşengiya jinê de tê dayîn e. Ev gelek girîng e. Ji bo îsal jî pêwîste ev bi awayek xurt bidome û pêwîste Tevgera Azadiya Jinê ji bo pêngav pêşbikeve, mezin bibe û encam bigire rolekê xurt bilîze. Me bandora wê dît û wê bandora wê hîn zêdetir bibe. Dîsa ji aliyê qada ekolojiyê ve hin xebat hatin meşandin. Encamên wê yên girîng jî çêbûn. Bi taybetî aktîvîstên demsalê yên navdar, kes û derdorên ku ji tevgerên hawirdorê re pêşengiyê dikin tevlî vê pêngavê bûn û fikre xwe anîn ziman. Di paradigmaya Rêber Apo de lingekî girîng jî ekolojî ye. Cihan bi rastî jî niha qeyranekê demsalê jiyan dike. Hilweşîna ekolojîk jiyan dike. Ev li Kurdistanê jî wiha ye, li Tirkiyê jî wiha ye, lê rewşekê di giştî cihanê de tê jiyandin e. Di vê wateyê de cihana me di bin xetereyan de ye. Di vê çarçoveyê de fikren Rêber Apo yên ekolojiyê belavkirin û vegotin tevgerên ekolojiyê, hatina gel hev û du ya bi wan re û tevlîbûna van aliyan a pêngavê wê hêzekê mezin bide pêngava azadiyê. Wê ji bo gerdunîbûna pêngavê de rolekê pir girîng bilîze. Pêwîste ji vî alî de jî pir xurt bixebitin. Di vê mijarê de jî pêwîste komîteyên ekolojiyê, însîyatîfên ekolojiyê, hemû sazî û kesên ku di paradigmaya Rêber Apo de xebat dimeşînin xebatek pir xurt bimeşînin. Bêguman wekî we got mîtînga Êlih û meşa ku li Kolnê çêbû û mîtînga piştî wê peyamên pir girîng dan. Birastî jî pir xurt derbas bûn, pir bi heybet bûn. Gelê me di vê wateyê de helwesta xwe pir zelal anî ziman. Sekna berxwedanê, piştî vê wê çawa nêz bibe û çawa têbikoşe pir baş danî holê. Ev girîng in. Di vê wateyê de ez gelê me silav dikim. Berxwedanên ku li Kurdistanê û her derê cihanê çêbûye silav dikim û pîroz dikim. Bêguman ev meş, berxwedana civakî û têkoşîna civakî me her tim îfade kir, em dubare îfade dikin, ji bo sala duyemîn pêwîste bi awayek pir xurt bidome. Hem li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hem li perçeyên din û dervayî welat milê civakî ya pêngavê pir girîng e. Milê civakî ya pêngavê ji xebatên dîplomatîk û siyasî re jî gelek feyde dike. Dîsa pêwîste xebatên hiqûqî û bîrdozî jî bi awayek xurt bimeşin. Jixwe tecrit didome. Pergala êşkence û tecrîtê li Îmraliyê didome. Dewleta Tirk a faşîst-qirker jî vê bi awayek bi israr didomîne. Pergala navnetewî jî ji vê re çavê xwe digire û şîrîkê vê ye. Ji vî alî ve guhertinek nîne. Di polîtîkayên êşkenceyê ya Îmraliyê de tu guhertin nîne û pergala Îmraliyê ya tecrîta mutlaq wekî xwe didome. Heta rewşekê bi vî rengî heye. Bi daxuyaniyên Bahçeliyê faşîst ê ku ev yek-du meh in dike, bi terzekê zirav dixwazin tecrîdê rewa û normal bikin. Polîtîkayê şere taybet ê bi vî rengî heye. Daxuyaniyên bi vî rengî pêwîste hinek wiha bibînin.
Niha daxuyaniyên Bahçelî hene. Dibe ku ji ber van daxuyaniyan ev bê gotin; (hinek derdor vê tînin ziman jî) raste di gotinê de berxwedanê ku tê dayîn nikarîbûn bişkenin, tevgera me nikaribûn tesfîye bikin, gelê Kurd nikarîbûn teslîm bigirin. Ev rastî ye. Gelê me jî tevgera me jî li ser piyan e. Ev têkoşîn bi hemû hêza xwe didome. Di noqteyê ku hatin de neçar man ku hinek gotinên xwe biguherînin. Di vî alî de Dewlet Bahçelî sê tiştan qebûl kir. Yek, hebûna Kurd e, di gotinê de vê qebûl dike. Dibêje gelê Kurd heye, Kurd hene. Ev tiştek yekem e. Ya duyemîn di gotinê de ew ê ku em jê re dibêjin Bahçeliyê nûnerê pêkhateya dewleta kûr e, Rêber Apo wek muxatabê pirsgirêka Kurd nîşan dide. Ji ber vê wek Rêberê gelê Kurd qebûl dike. Di gotinê de vê jî qebûl kir. Ev jî rastiyeke. Vê gelek alî jî dibîne û dinirxîne. Raste, têkoşîn vê jî da gotin. Ya sêyemîn jî Bahçeliyê faşîst tecrit jî qebûl kir. Bi eşkere qebûl kir ku ev 26 sal in li Îmraliyê pergala tecrîd û êşkenceyê didome, pergalekê bi vî rengî avakirine û vê pergalê bêyî navber 26 sal in wek polîtîkayekê, wek perçe û navenda polîtîkayê qirkirinê pêk tînin. Bi awayekî eşkere qebûl kir. Ev rast e, lê belê van tiştan dikin maf, hiqûq, hebûn û azadiya Kurdan qebûl nekiriye. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de Rêber Apo weke mûxatab nîşan didin, lê belê heta niha negotine ku bi Rêber Apo re rûniştine, li ser bingeha çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk ne proje û polîtîkaya wan heye. Li ser gotinê hin tîşt hatin gotin lê di pratîkê de polîtîkayên qirkirinê bi dijwarî û berfireh tê meşandin. Gelo em van gotinan deynin ku derê?. Belê pêngava azadiyê ya gerdûnî, berxwedana gelê me û dostên me û berxwedana bêhempa ya gerîlayan a ku li ser xeta fedaiyîtiyê bi taybetî 4-5 sal in berxwedaneke biheybet nîşan dan. Ev berxwedan û têkoşîn vê guherînê derxist holê. Li gel êrîşên topyekûn ên qirkirinê tevgeram me tasfiye nekirin, vîna gel neşikandin û teslîm negirtin. Her wiha geşedanên li herêmê derketin holê û di nava van geşedanan de tevgera me bi hemû hêza xwe ya dînamîk di navenda wê de cih digire û tirsa wan a ji vê têkoşînê hişt ku gotinên xwe biguherînin, qebûl bikin. Lê bi rastî jî di niyet, pratîk, zîhniyet û polîtîkayê de qebûl nekirine. Dixwazin bi van gotinan Kurdan mijûl bikin, bixapînin, sist bikin, parçe bikin û ji hev belav bikin. Ji bo polîtîkayên qirkirinê bi encam bikin van gotinan dibêjin. Helbet bi vê re dixwazin tecrîdê rewa bikin. Li aliyekî desthilat û mûxalfet jî dibêjin tecrîd heye, lê li aliyê din jî tecrîdê ranakin, ji bo rakirina tecrîdê gaveke li ber çavan navêjin û guhertinan nakin. Bi vî awayî tecrîd didome û her ku diçe hewl didin tecrîdê asayî bikin û rewa bikin. Ev jî metirsiyeke cidî ye. Divê ev yek bê dîtin. Dixwazin civakê, mûxalefeta demokratîk, gelek derdor û raya giştî ya demokratîk hînî tecrîdê bikin. Ev lîstikeke zexelî ya şerê taybet e. Li ser bingeha ku planên qirkirinê bibin serî gotinên xwe pêş xistin. Divê mirov vê weke perçeyeke polîtîkayên qirkirinê bibîne û binirxîne. Dixwazin vê yekê asayî bikin û her kesî hînî vê bikin. Divê mirov vê xefik û lîstikê bibîne. Divê gelê me vê zanbe; tecrîd didome û di vê mijarê de tu guhertinek çênebûye. Ji ber vê yekê divê pêngava azadiyê ya gerdûnî bi xurtî li her derê bimeşînin. Divê ji par gelekî mezintir bê meşandin. Di aliyê berxwedana civakî, hiqûqî, bîrdozî, siyasî, dîplomatîk de xebat û têkoşînê mezin bikin û divê teqez em encamê jê bigirin. Em şertên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Rêber Apo misoger bikin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî bi awayekî cidî têxin rojevê. Divê şert û merxên vê yekê bên pêkanîn. Ev jî bi têkoşîn û berxwedanê dibe. Ji bo vê jî divê em pêngava azadiyê ya gerdûnî bi ser bixin û bigihînin encamê. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim ku bi armanca pêngava azadiyê ya gerdûnî bigihînin serketinê, têkoşînê mezin û berfireh bikin.
‘DEWLETA TIRK PIR TENGAV BÛYE, LI PEY LÎSTIKAN E’
Bi rastî aliyeke ku maskeya dewleta Tirk daxist yek jê rojeva ku di 1’ê Cotmehê de wan bi xwe derxist holê ye. Di vê rojevê de xwedêgiravî çareserî bû lê di pratîkê de armanca wan tasfiyekirin e. Di vê pêvajoyê de şaredaryên DEM Partî û CHP’ê hatin destserkirin. Ji gotinên berdevkên desthilatê xuya dibe ku wê ev desteserkirin bidomin. Ev pêkanîn tên çi wateyê û hûn bertekên gel ên li hemberî vê çawa dinirxînin?
Bi rastî divê mirov rojeva Tirkiyeyê baş fêm bike. Dewleta Tirk a qirker di Cotmeha 2014’an de di Lijneya Ewlehiya Millî (MGK) de biryara “Plana Çokdanînê” girtin. Ev biryar nûjenkirina Plana Şark Islahatê ye. Armanca wan polîtîkayên qirkirina topyekûn kûr bikin û berfireh bikin û li ser bingeha encamê bigirin şer topyekûn bidomînin bû. Ji Cotmeha 2014’an û vir ve bi taybetî di 5’ê Nîsanê de qutkirina hevdîtinên bi Rêber Apo re xistin dewrê. Li hemberî gerîlayan êrîşên îmhakirinê dest pê kirin, li ser gel êrîşên qirkirinê yên topyekûn pêş xistin, li her derê bi awayekî hovane êrîşên qirkirina çandî, fîzîkî û ekolojîk pêş xistin. Tenê li Bakurê Kurdistanê pêş nexistin. Bêyî navber êrîşî ser Rojava kirin. Di 2019’an vir ve jî êrîşên îlhaq û dagirkirinê li ser Başûrê Kurdistanê dimeşînin. Êrîşên qikrinê yên topyekûn bi hemû dijwariya domiya lê encam jê negirtin. Armanca wan ew bû ku PKK’ê tasfiye bikin û polîtîkayên qirkirinê bi encam bikin. Encam ji vê yekê negirtin. Bi rastî jî tevger û gerîla berxwedaneke bêyî hempa meşand. Helbet şehadetên mezin çêbûn, lê gerîla berxwedana xwe ya li ser xeta fedaiyîtiyê meşand. Tevger hêza xwe parast. Li ser gel êrîşên berfireh meşandin dîsa jî vîna gel neşikandin û gel li ber xwe da. Ev berxwedan hê jî bi hemû hêza xwe didome. Êrîşî siyaseta demokratîk kirin. Di bin navê operasyonên qirkirina siyasî de bi deh hezaran mirov xistin zindanan û di êşkenceyê de derbas kirin. Girtiyên nexweş di hundir de hatin qetilkirin. Êşkenceyên hovane kirin. Ji vê jî tu encam negirtin. Gel li ber xwe da û di berxwedana xwe de paşve gav neavêt. Êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava pêk anîn, hin cih dagir kirin û îlhaq kirin. Gel li ber xwe da û ji berxwedanê venegeriya. Bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî berxwedaneke mezin hate pêşxistin. Ji vê jî tu encam negirtin. Li ser Rêber Apo tecrîd, êşkence, polîtîkayên qirkirinê û êrîş meşandin. Her wiha hewl dan vîna Rêber Apo bişkînin. Li Îmraliyê jî zilm û tundiyeke mezin, şerê taybet hat kirin. Jixwe Îmralî navenda polîtîkayên qirkirinê ye. Ji vê jî tu encam negirtin. Rêber Apo berxwedaneke pir xurt meşand û pêş xist. Ya rastî hemû berxwedan li ser vê yekê pêşket. Ji vê yekê tu encam bi dest nexistin.
Di vê merhalyê de Şerê Cîhanê yê Sêyem li herêmê rewşên nû afirand. Hevsengiyên li herêmê diguherin, nexşe diguherin, sînor diguherin. Rewşên nû derdikevin holê. Li ser esasê ewlehiya Îsraîlê herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Di vî warî de Tirkiye di siyaseta xwe ya hundir û derve de di nava xitimandineke pir giran de ye. Siyaseta wê têk çûye, aboriya wê têk çûye, rizîbûna civakî di lûtkeyê de ye û rewşa niha ya ku em dizanin bi hemû saziyên xwe ve têk çûye. Em bi dewleteke ku îflas kiriye re rû bi rû ne. Geşedanên li derve her ku diçe giraniyek giran li Tirkiyeyê dixe. Tirkiye her ku diçe dibe navenda şer û bûye erdnîgariyeke ku şer lê dijwar dibe. Di nava geşedanên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de tevgera me têdikoşe, gelê me li her derê li ser piyan e û gerîla di xeta fedaiyîtiyê de li ber xwe dide. Helbet van hemû geşedanan dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê xist nava tirs û xofê. Niha ji hikûmeta xwe tirs û xofeke mezin dijîn. Ev hikûmet heta kengê dikare bijî? Kengî dikare bijî? Ji ber vê yekê di nava tirs û xofek mezin de ne. Ji ber ku di hundir de aborî têk çûye, civak têk çûye, jihevketineke xedar heye û tundî civakî bûye. Aborî hilweşiyaye. Li derve di siyasetê de tengavbûnek cidî heye. Êdî nikare wê siyaseta hevsengiyê weke ku bixwaze bimeşîne. Di vê de jî astengiyek cidî heye. Pozisyona wê ya jeopolîtîk lawaz dibe. Ev tiştan desthilat xistiye nava tirs û xofeke mezin. Niha di van şert û mercan de, di vê konjonkturê de, ji bo ku PKK ji gelê Kurd sûd wernegire û destkeftiyên xwe biparêze û berfireh bike û encam dernexe, planeke lîstikê ya bi vî rengî çêkiriye. Ji bo van hemûyan ji holê rakin. Ev desthilatdarî ji bo li ser piyan bimîne û polîtîkayên qirkirinê li ser Kurdan bidomîne serî lîstekek wiha dane. Yanî dev ji polîtîkayên qirkirina Kurdan bernedane. Li holê rewşeke aştiyê û pêvajoya çareseriyê tune ye.
Niyet û zîhniyeteke wan a çareseriya demokratîk û aştiyê tune ye. Di nava hewla ku vê pêvajoya zehmet çawa bi lîstikên nû yên plana qirkirinê bidomînin, astengiyên li pêşiya xwe rakin û bigihînin amcamê de ne. Kurtiya ev hemû tiştên diqewimin ev in. Divê mirov vê yekê bibîne û fêm bike. Di vê pêvajoyê de hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêbertiyê re encama vê bû. Ji xwe re lîstikek çêkirine, hewceyiya wan bi yên ku xizmeta vê lîstikê bikin heye û hinek civaka Kurd bidin bawekirin û bendewariyê bi wan re çêbikin hebû. Hevdîtina bi Omer Ocalan re hat çêkirin û niha jî hevdîtina Hevserokên DEM Partiyê yan jî şandeyeke partiyê xistine rojeva xwe. Bi vê re hewl didin di nava Kurdan de hêvî û bendewariyekê çêbikin, di çarçoveya nîqaşên aştî û çareseriyê de gelê Kurd bê bandor bikin. Wan ji hêza berxwedan û têkoşînê bixînin, di nava bendewriyê de bihêlin de ne. Di nava hewldana hesabên ku polîtîkayên qirkirinê bigihînin encamê de ne. Divê em vê yekê zanibin.
DIVÊ EM SIST NÊZÎK NEBIN
Dewletek, desthilatek heke niyeta wan aştiyeke bi rûmet hebe ma polîtîkayên dagirkirina şaredariyan pêş dixe? Ewqas şaredariyan dagir dike? Vaye li Mêrdînê, Êlihê, Xelfetî, Dersimê, Pulur û herî dawî li Miskê kirin û wê vê bidomînin. Ji bo îmaja dewleta hiqûqê nîşand bidin, dibe ku çend şaredariyan bihêlin lê wê şaredariyên din dagir bikin. Polîtîkayên qeyûman berdewama polîtîkayên qirkirinê ne. Berê jî kirin û niha jî dikin. Ev 3 serdem in dikin. Tiştên ku niha dikin perçeyeke polîtîkayên qirkirinê ne û wê vê polîtîkayê bidomînin. Dewleta Tirk li cîhanê dewleta herî hişk, faşîst û qirker e. Her tişt bi Enqereyê ve girêdane û wir kirine navend. Şaredarî malên gel in. Ji xwe tu peywireke wê nehiştine. Hemê peywirên wê li Enqereyê kirine navendî. Li gel vê jî dîsa qebûl nakin ku şaredarî di destê Kurdan de bin. Dewlete ku şaredariya Kurdan qebûl nake û nahêle Kurd şaredariyekî jî bi rê ve bibe ma wê çawa pirsgirêka Kurd çareser bike? Wê aştiyeke bi rûmet çawa ava bike? Wê bi Kurdan re çawa li hev were? Ma ev pêkan e? Ev ne pêkan e. Ev 3 sedem in hevşaredarên ku dengên herî zêde hatine hilbijartin digire û şaredariyan desteser dike, vîna gel tune dihesibîne, heqaret dike. Li Kurdistanê mafê bijartin û hilbijartinê ji holê rakiriye. Ev polîtîka li Tirkiyeyê jî dimeşînin. Vaye Esenyûrtê kirin û wê hîn jî pêş bixin. Piştî ku Kurdan bitepisîne û siyaseta demokratîk ji holê rake wê dor were Enqere û Stenbolê jî. Wê gav bi gav vê polîtîkayê pêk bînin. Ji bo eciqandina mûxalefetê wê plana duyemîn têxin dewrê. Ev yeke eşkere ye. Divê mirov polîtîkayên li hemberî şaredariyên li Kurdistanê weke perçeyeke polîtîkayên qirkirinê bibîne û binirxîne. Hiqûqeke mêtingerî û qirker tê meşandin. Niha nîqaşên aştî û çareserî tê nîqaşkirin. Heke vana tên nîqaşkirin wê demê divê li Tirkiyeyê destûreke bingehîn a demokratîk û azadîxwaz were çêkirin. Di Destûra Bingehîn de divê nasname û hebûna Kurdan bê qebûlkirin. Divê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne û çanda xwe bi awayekî azad bijî û pêş bixe. Mafên Kurdan ên siyasî bên dayîn. Divê xwe bi xwe rêve bibe û rêveberiya wê ya xweser hebe. Divê hebûna Kurdan bê naskirin. Heke îro aştî û çareserî tê nîqaşkirin, ev rojeva şerê taybet e û li holê êrîş û şerê qirkirinê tê meşandin. Li holê êşkence heye; dagirkirin heye, tundî heye. Ev rojeva li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tê pêşxistin, divê weke lîstika şerê taybet a polîtîkayên qirkirinê bê nirxandin. Divê axaftina Devlet Bahçelî, Erdogan û derdora wan weke lîstika şerê taybet a polîtîkayên qirkirinê bê nirxandin. Armanaca sereke ew e ku Kurdan bê têkoşîn bihêlinî bê bandor bikin û têxin nava bendewariyê. Ji ber vê yekê divê berxwedan û têkoşîna civakî li her derê bi xurtî bê meşandin. Qeyûm hatin tayînkirin. Bi rastî jî gelê me bertekên tund nîşan da. Lê ev yek domdar nebû. Yek ji sedemên sereke jî bandora van polîtîkayên şerê taybet û lîstikên şerê taybet e. Ji ber vê yekê ev hinekî bandor dike. Mînak, hin kom li ser vê yekê nîqaşan dikin, dewlet bi Ocalan re hevdîtinan dike, wê DEM Partî jî biçe hevdîtinê, li Îmraliyê hevdîtin hene, hema bêje muzakere hene, bazarî hene. Dewlet ji bo ku destê xwe xurt bike polîtîkaya qeyûman dimeşîne. Ji ber vê yekê bertek çênebin jî dibe. Ev pêdiviya danûstandinan e. Şerekî wiha taybet tê meşandin û hinek kes bendewariyê çêdikin û bê bertek dihêlin. Ev tiştekî xeternak e. Divê em di vê mijarê de pir hesas bin, divê em hişyar bin, bi zanebûn nêzîk bibin. Di zîhniyeta qirkirin, înkar, îmha û polîtîkayên vê dewleta Tirk a 100 salî de tu guhertin nîne. Berevajî vê, di konjonktura siyasî ya heyî de, di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, hewldan û lêgerînek heye ku bi planeke lîstika nû, bi planeke şerê taybet re van polîtîkayan bigihîne encamê. Pêwîst e ev hemû guhertinên di axaftinê de weke parçeyekî lîstikeke şerê taybet bên nirxandin. Ji ber vê jî divê em sist nebin, nekevin nava bendewariyê, divê em têbikoşin. Yanî rêya çareserî û aştiyeke bi rûmet bi berfirehkirin û xurtkirina têkoşîn û berxwedanê ye. Ger em dixwazin pozîsyona Rêber Apo xurtir bikin rêya vê jî têkoşîn û berxwedan e. Divê em vê zanibin. Divê geşedanên heyî di vê çarçoveyê de bên dîtin û nirxandin.
ŞERÊN ROJHILATA NAVÎN Û ÊRÎŞA LI SER HELEBÊ
Li herêmê geşedanên germ hene. Li Rojhilata Navîn ku navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e, piştî şerê li Lubnan û Filistînê li Sûriyeyê şer gurtir bû. HTŞ û çeteyên din ên dewleta Tirk a dagirker êrîşî Helebê kirin. Û piraniya bajêr bêyî ku bi berxwedaneke cidî re rû bi rû bimîne dagir kirin. Ew pêşveçûna xwe berdewam dikin. Li vir çend pirs derdikevin holê. Ya yekem, rewşa dawî li Sûriyeyê çi ye? Û hêza rast an hêzên li pişt vê êrîşê kî ye? Dîsa helwesta DYE û Rûsyayê yên heta niha… Di dawiyê de li hemberî ev rewşa ku li Sûriyeyê derketiye holê Kurd û gelên herêmê û hêzên parastinê yên ku bi perspektîfa neteweya demokratîk tên ba hev, divê xwedî helwesteke çawa bin?
Helbet niha li Sûriyeyê şerekî mezin heye. Bi rastî Sûriye niha bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyem. Bi dagirkirina Helebê dest pê kir, niha belav bûye. Çeteyan Hemayê jî dagir kirin. Her wiha dibêjin ku wê ber bi Hums û Şamê ve bi pêş ve biçin. Li her derê pevçûn û şerekî ewqas mezin heye. Li aliyê din, ne tenê li wir, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve çete li her derê tên seferberkirin. Dewleta Tirk niha li ser esasê êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li her qadê planekê pêk tîne. Çete seferber kiriye. Divê em zanibin ku Tirkiye ji sala 2011’an vir ve aktorê sereke yê şerê li Sûriyeyê ye. Di destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de roleke gelek diyarker lîst. Ji ber vê yekê pêşengiya rêxistinkirina bi deh hezaran çeteyan kirin. Tirkiye veguherand navenda çeteyan. Çete li vir perwerde kir, biçek kir, her cure pêdiviyên lojîstîk û cebilxaneyê dabîn kir, ferman da wan û da şer kirin. Bi salan e vî karî dike. Her wiha bi DAÎŞ’ê re tifaqek çêkir. DAÎŞ kir ku êrîşî Rojava û Kobanê bike. Generalên Tirk bi DAÎŞ’ê re ew şer kordîne kirin. Niha jî dewleta Tirk û artêşa Tirk koordînasyona vî şerî kirine. Bi El Nûsra re hêza ku jê re dibêjin artêşa netewî OSO’yê navenda fermandarî û kontrolkirina vî şerê li Sûriyeyê dewleta Tirk bi xwe ye, artêşa Tirk bi xwe ye. Koordînasyona vî şerî generalên Tirk in. Divê em vê yekê pir zelal bînin ziman. Yên koordîne û şerê Helebê dikin generalên Tirk in. Generalên Tirk niha bi fermandarên El Nûsra û fermandarên OSO’yê re li cihên din vî şerî dimeşînin. Ev bêtir tê fêmkirin. Ev 4-5 sal in li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî mezin ê îmhayê didin meşandin. Şerê dagirkerî û îlhaqkirinê dimeşînin. Di vî şerî de hatin û têk çûn. Li cihên ku ketinê kîlît bûn. Pêşketinên li herêmê jî lez bûn. Niha jî ji bo ku bi awayekî bi bandortir mudaxeleyî Sûriyeyê bikin wê bibijên me kîlt girt û wê berê xwe bidin Sûriyeyê. Niha dewleta Tirk li Sûriyeyê şerekî mezin dimeşîne. Divê em nebêjin El Nûsra şer dike û çeteyên wê yên girêdayî Tirkiyeyê şer dikin. Artêşa Tirk li Sûriyeyê şer dike. Divê em bi vî awayî bibînin. Çete bi xwe hêzên paramîlîter ên girêdayî artêşa Tirk in. Ew hêzên kontra ne. Milekî dewleta Tirk e, yanî milê milîs e. Yanî li Sûriyeyê wêraniyeke mezin çêkir û niha jî vê wêraniyê didomîne. Gelekî li derveyî hevsengî û hevkêşiyê hat hiştin. Niha jî ji bo ku xwe têxe nava vê hevkêşiyê, ji nû ve rol bigire, bi hemû hêza xwe li Sûriyeyê şer dike. Li dijî gelê Kurd û gelê Sûriyeyê şerekî mezin ê qirkirinê, şerê dagirkerî û îlhaqkirinê dimeşîne. Polîtîkayên Neo-Osmaniyan êdî vekirî û eşkere pêk tîne. Divê em vê bi zelalî bibînin. Jixwe bi salan e çeteyan perwerde dike. Îdlib di bin kontrola dewleta Tirk de bû. Ew herêmên din ên dagirkirî di bin kontrola dewleta Tirk de bûn. Hem li Idlibê û hem jî li Tirkiyeyê van çeteyan perwerde kir û gelek kamp veguherand cihên mayînde yên çeteyan. Wan perwerde kirin, bi çek kirin û niha jî li dijî gelên Sûriyeyê dide şerkirin. Niha şerekî mezin ê qirkirinê tê meşandin û wê pêş bixe.
Divê em fêm bikin ka fêdeya hêzên din çi ne. Niha şerekî ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kiriye heye. Bi taybetî şerê navbera Îsraîl û Hamasê. Hamasê beriya niha derbeyek giran xwaribû. Bi rastî jî Îsraîl tiştekî bi navê Xezeyê nehişt. Piştre êrîşî Lubnanê kir. Di navbera Hizbullah û Îsraîlê de şerekî mezin derket. Di dawiyê de agirbest hat ragihandin. Eşkere ye ku derbeyên pir giran li Hîzbullahê hatiye xistin. Hîzbullah derbên giran xwarin. Lê nikarîbû bi tevahî têk bibe yan bişkîne. Îsraîl jî tengezarî û xisareke giran dît. Diviyabû biçûna agirbestê. Li vir jî li gorî berjewendiyên Îsraîlê lihevkirinek hat çêkirin. Hizbullah ji başûrê Lubnanê hat derxistin. Li ser esasê ku Îsraîl dixwaze, li wir statûyek, statûkoyek, sîstemek tê avakirin û dîzaynek li vê herêmê tê kirin. Wisa dixuye ku hikûmet û rêveberiya Lubnanê bi vî awayî wê zêdetir bi Îsraîlê re bibin yek. Lubnan wê ji nû ve li gorî berjewendiyên Îsraîl û berjewendiyên wê bê dîzaynkirin. Helbet ne tesaduf e ku êrîşeke bi vî rengî li Helebê ya Sûriyeyê, yekser piştî vê agirbestê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hat destpêkirin û gav bi gav belav bû. Agahiyên wisa hebûn. Di vê heyama dawî de hem çapemeniya Tirk û hem jî çapemeniya desthilatdar ev yek nîqaş dikir. Mînak, beriya ku ev êrîş dest pê bike çapemeniya desthilatdar HTŞ û El Nûsra bi vî rengî hedef girtibû. Bi tundî lêkolîn dikir, rexne dikir û El-Nusra li Idlibê ji aliyê Îsraîl, Îngilistan û DYE’yê ve hatibû perwerdekirin, bi çek kirin û amadekirin. Niha derket holê ku van tiştan bi zanebûn dikir. Ji bo ku têkiliya dewleta Tirk û El Nûsra û plana El Nûsra û dewleta Tirk veşêre, xwest hedefê biguherîne. Ev rojev pir bi zanebûn pêşxist. Lê helbet ev yek rastiyê ji holê ranake. Belê, hem DYE, hem jî Îngilistan û Îsraîl li ser El Nûsra bi cidî dixebitin. Helbet ev hêz ne tenê li ser El Nûsra, li ser çeteyên din jî li gorî berjewendiyên xwe hewl didin van çeteyan bi kar bînin. Li ser wê bingehê ev hêz jî planekê pêk tînin. Dixwazin van çeteyan li dijî Sûriyeyê jî bi kar bînin. Dixwazin li dijî gelên Sûriyeyê bikar bînin. Diyar e ku planeke wiha heye. Di vî warî de Îsraîl jî daxuyanî da. Piştî Lubnanê jî Îran kir hedef. Got, ‘Em ê li her derê hêzên Îranê bixin. Sûriye hedefa me ye’. Bangên cuda ji Sûriyeyê re kirin. Şert û mercên curbecur danî pêşiya Sûriyeyê û ger pêk neyne gefên cuda lê xwar. Niha ev hemû bi heman pêvajoyê re pêk hatin. Dewleta Tirk ku dibêje ‘Ez kîlîtê digirim, niha hedefa sereke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye’, Îsraîl piştî agirbestê Sûriyeyê hedef girt, daxuyaniyên ku da, geşedanên bi vî rengî yên piştî wê û ev şerê ku pêş dikeve, helbet ne tesaduf in.
EM BANGA RABÛNA SER PIYAN Û ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ DIKIN
Dibe ku îhtimal ev be. Dewleta Tirk bi salan e dev ji polîtîkayên dagirkirinê û îlhaqkirinê bernade. Dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî dagir bike û îlhaq bike. Dixwaze planên xwe yên Mîsaqî Millî pêk bîne, Heleb jî di nav de ye. Vê yekê li ser qirkirina gelan û Kurdan pêk bîne. Ew vê planê bi zelalî radigihîne. Ew vê yekê bi dizî nake. Tu carî dev ji vê yekê jî berneda. Jixwe dema ku fersend derket holê dixwest vê planê bi cih bîne. Niha konjonktur ji wan re guncav e. Hilbijartinên Emerîkayê pêvajoyeke navberê ye. Şerê Hîzbullah û Îsraîlê, agirbest, planên Îsraîl ên li Sûriye-Îran û herêmê, plana Emerîka, Îngilistan û hêzên hegemonîk ên navneteweyî bi Îsraîlê re, ev hemû jî ji aliyê dewleta Tirk ve tên nirxandin. Çawa dikarin vê konjonkturê li gorî berjewendiyên xwe binirxînin? Çawa dikarin di wextê xwe de derfetan bi dest bixin? Ji bo vê hesab û plansaziyê dikin. Niha jî bêguman di vê pêvajoyê de danûstandin hebûn. Hakan Fîdan û Erdogan bi Emerîka, Rûsya, Îngilistanê, yanî bi hêzên herêmê re jî trafîka dîplomatîk zêde heye. Ev ji bo demeke dirêj hatiye kirin û ev di dema dawî de zêde kir. Niha dema ku em van hemûyan li ser vê bingehê tînin ber hev, tiştekî wiha heye… Jixwe plana Emerîka, Îngilistan û Îsraîlê ji bo Sûriyeyê hebû. Yanî dewleta Sûriyeyê bi giştî yan biketa eksena wan û di vê mijarê de li hev bikin. Eger vê yekê qebûl nekira, planên destwerdaneke bi vî rengî ya tund hebû. Mirov dikare ji daxuyanî û bangên ji bo rejîmê vê yekê fêm bike. Ev eşkere bû. Ew çawa dikarin vê yekê baştir bikin? Helbet ev demeke dirêj e ku Îsraîl li Sûriyeyê li hedefên Hizbullahê dixe, bi tundî li rejîmê, hêzên rejîmê dixe. Di mehên dawî de ev yek zêde kir. Bi rastî jî li Sûriyeyê Hîzbullah derbeke giran xwar û qels bû. Ew hêza ku berê hebû, veguhezand Lubnanê. Ev yekê rejîmê pir lawaz kir. Ev jî ne tesaduf e. Li Ukraynayê li dijî Rûsyayê çekên NATO’yê hatin bikaranîn. Fuze hatin bikaranîn. Teknîka nû ya pêşketî li dijî Rûsyayê hat bikaranîn. Ev bersiva Rûsyayê çêbû. Her wiha bala Rûsyayê bi tevahî kişandin ser Ukraynayê. Rûsya bêtir bi Ukraynayê re mijûl kirin. Ji ber vê yekê armanc kirin ku bi vî awayî pozîsyona Rûsyayê li Sûriyeyê lawaz bikin. Jixwe Îran lawaz kirine. Ji ber vê yekê piştevanên rejîmê yên mezin Îran û Rûsya li Sûriyeyê lawaz bûn. Rejîm bingeh ma. Yanî di asteke mezin de bingehên xwe winda kir. Jixwe bi rêya wî ev êrîş berdewam kirin. Li aliyê din Tirkiye bi salan e amadekariya xwe kiriye. Di van salên dawî de ev amadekarî zêdetir kirin. Yanî du îhtîmal hene: An DYE, Îsraîl û Îngilistanê bi vê rêyê destwerdana xwe ya li dijî Sûriyeyê, bi lihevkirina bi Tirkiyeyê re, Tirkiyeyê tevlî vê kir û xistin dewrê. Di bin pêşengtiya Tirkiyê de kirin. Yan jî planek pêk anîn û şert û mercên cuda danîn pêşiya Tirkiyeyê. Tirkiye van şert û mercan ji bona xwe pir guncan nedidit. Ji bo vê lîstikê xera bike lîstikê li gorî berjewendiya xwe de ji nû ve saz bike, hevkêşiyek nû biafirîne lez kir. Bi salan e van çeteyan perwerde dike û bi çek dike û bi van çeteyan re tevgerek wisa pêk aniye. Hewl da ku planên lîstikê li gorî berjewendiya xwe veguherîne. An jî wisa ye. Ev yek wê di demeke nêz de, di nav çend rojan de zelaltir bibe. DYE, Îngilistan û Îsraîl, Tirkiye jî xistin nava planên xwe û bi Tirkiyeyê re planeke hevpar çêkirin. Niha bi hev re vê destwerdana Sûriyeyê, vê destwerdana li dijî gelê Sûriyê, gelo di pêşengtiya Tirkiyeyê de dikin? Yan planek danîn pêşiya Tirkiyeyê, Tirkiye hin merc qebûl nekir, zû destwerda. Tirkiyê pêngavekê hewl da van hemû hêzan mecbûrî plana xwe bike, bi wî awayî hevkarî kir armanc? Ev yek wê di demeke nêz de hinekî zelal bibe, lê rastî ev e ku dewleta Tirk niha şerê heyî bi rê ve dibe. Hem hêzên navneteweyî hem jî Koalîsyon niha li hemberî vê bêdeng in. Di rewşa çavdêriyê de ye. Her wiha, ew çawa û çiqas di nava vê yekê de ye? Gelo heta çi radeyê ew alîgirê vê ye? Ev wê hinekî paşê xuya û zelal bibe. Lê ya ku niha eşkere ye rola Tirkiyeyê ye. Di vî şerî de pêşengiya Tirkiyeyê ev e. Niha Koalîsyon bêdeng e. Îsraîl heta ev bername bê çêkirin bêdengiya xwe diparêze. Rejîm rastî perçebûn û hilweşîneke mezin hat. Mîna ku ew di şokek mezin de ye. Rewşa Rûsyayê jî wisa ye. Lewma niha Rûsya jî tiştekî pir cidî nake. Ji ber vê yekê ew li ber xwe nade. Jixwe ji ber pirsgirêka Ukraynayê jî qelsbûnek cidî dîtiye. Îranê beriya niha bi êrîşên piştî şerê Lubnanê derbên giran xwaribû. Sûriye jî niha qels bûye. Niha, bi rastî tiştek bi navê rejîm û dewleteke Sûriyeyê nemaye. Niha şer li tevahiya Sûriyeyê belav bûye. Divê ev bê zanîn û Tirkiye pêşengiya vî şerî dike. Bi îhtimaleke mezin ew ê vî şerî li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bikin. Di vî warî de divê gelê me li her derê di nava berxwedaneke topyekûn de be. Divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî bê ragihandin. Pêwîste her kes li ser esasê seferberiyê tevbigere. Di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya Sûriyeyê divê gel li dijî vê derkeve. Bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê gelê me li her derê li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî li ber xwe bidin. Divê li kêleka hêzên QSD’ê be. Divê YPG bi hêzên YPJ’ê re li çeperên berxwedanê şer bike û li ber xwe bide. Di vê berxwedanê de divê her kesê ku dikare çekê bigire, jin, mêr, ciwan û mezin jî di nav de cih bigire. Divê hebûna xwe, azadiya xwe, welat û axa xwe biparêze. Divê tu carî xaka xwe terk neke. Divê koçber nebe. Ev gel wê bi ku ve biçin? Li her derê şer heye. Li her derê wêranî heye. Helwesta rast, nêzîkatiya rast ew e ku li cihê ku lê ye berxwedanê pêş bikeve. Ev parastina welat û axa xwe ye. Ev parastina hebûn û azadiya xwe ye. Pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Tê wateya ku hemû gelê me ji 7 salî heta 70 salî tevî hêzên xwe yên leşkerî beşdarî vê berxwedanê dibe.
Niha li ser gelê me û gelên me xeteriyeke mezin a qirkirinê heye. Tecrubeya gelê me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û taxên din jî gelekî xurt e. Bi rastî jî li hemberî çeteyan berxwedaneke efsanewî nîşan didin. Gelê Helebê Şerê Gel ê Şoreşgerî meşandin. Nifûsa wê jixwe 2-3 qat zêde bûye. Ji 7’an heta 70’an hemû li kêleka hêzên çekdar, di eniyên berxwedanê de cih bigirin û beşdarî vê berxwedanê bibin. Divê taxên xwe biparêzin, cihên xwe biparêzin. Hemû kanton, hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li ser vê bingehê ez bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikim ku ji 7’an heta 70’î bi awayekî herî xurt beşdarî Şerê Gel ê Şoreşgerî bibin. Ez bang li we dikim ku hebûna xwe û azadiya xwe misoger bikin, li dijî dewleta Tirk a faşîst, qirker û çeteyên wê berxwedanê mezin bikin û xurt bikin. Vaye şerê ku li Sûriyeyê dimeşînin, polîtîkayên qeyûman, êrîş, girtin bi awayekî zelal nîşan didin ku plana qirkirinê ya berfireh pêk tînin, ev hemû axaftinên wan lîstikek e, lîstikeke şerê taybet e. Divê em vê bibînin. Loma li her derê; divê gelê me bi ruhê seferberiyê li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Başûr, Rojhilat, li derve, li her derê rabe ser piyan. Divê berxwedanê mezin bike. Divê Rojava bi tevahî ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî seferber bibe. Hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev yek tenê li ser milê hêzên leşkerî nayê hiştin. Di vê wateyê de xeterî mezin e û divê her kes li ser vê bingehê rastiyan bibîne û gelê me li her derê li ber xwe bide.
Dewleta Tirk li gotinên xwe yên weke “Me PKK qedand” gotinên nû li ser zêde dike. Di çapemeniyê de ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê gotin ku “kîlît girtin”. Lê berxwedanek heye ku hemû cîhan şahidiya wê dike. Di pîrozbahiyên 47’emîn salvegera partiya we de kelecana vê yekê hem ji aliyê gerîla û hem jî ji aliyê raya giştî ve bi zelalî hate dîtin. Hûn berxwedan û asta pêş a têkoşînê çawa dinirxînin?
Gerîla 4-5 sal in berxwedaneke mezin pêş xistiye. Polîtîkayên dewleta Tirk ên îmha û dagirkerî û îlhaqkirinê têk bir. Bi rastî jî dewleta Tirk xiste nava tengasiyeke mezin û li cihên ku tê de kilît kir. Dema dît ku êdî nikare tu encamekê bi dest bixe, gotinên ku kîlît girtiye pêş xist û berê xwe da Rojava. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî mezin dimeşîne. Ji ber vê yekê encama ku dixwest bi dest nexist. Niha, ev axaftinên girtina kîlîtê bi domdarî têne pêşve xistin. Ger dewleta Tirk li hemberî van polîtîkayên qirkirinê yên sed sal in ku pêşxistiye, li ber xwe nede, van kîlîtên ku pêşxistiye û ava kiriye veneke, ger bi Kurdan re aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk pêk neyê wê têkçûneke mezin re rûbi rû bimîne. Polîtîkayên heyî dewleta Tirk wê ber bi vê yekê ve dibe. Tirkiye ber bi karesateke mezin ve dibe. Ew ê tu encam ji van polîtîkayan negire û wê negire jî. Çawa ku bi salan di têkoşîna xwe ya li dijî gerîla de nekarî encam bigire, di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê de jî wê tu encam negire. Ev yek wê tunekirina dewleta Tirk bîne. Ger di vê de israr bike, ger di polîtîkayên qirkirinê de israr bike, wê bi vê encamên re rû bi rû bimîne. Dewleta Tirk nikare bi PKK’ê re derkeve serî. Heta ku dewleta Tirk di van polîtîkayan de israr bike, encam wê îmha û parçebûna dewleta Tirk be. Bi polîtîkayên xwe yên îroyîn re wê bi perçebûn û dabeşbûnê re rû bi rû bimîne. Di her warî de jîngeh û bingeha vê yekê amade dike. Heya ku di vê yekê de israr bike, wê hilweşe.
DIVÊ LI DIJÎ DARVEKIRINÊN LI ÎRANÊ LI HER DERÊ TÊKOŞÎNEK XURT BIMEŞÎNIN
Di demeke ku hêzên navneteweyî û herêmî zextên xwe yên li ser Îranê didomînin, Îran jî li hundir zextên xwe zêde dike. Di vê çarçoveyê de hûn cezayê darvekirinê ku ji bo aktîvîsta Kurd Werîşe Mûradî hatiye dayîn çawa dinirxînin?
Ji ber ku Îran tê çewisandin û zorê, tundî û zextan zêdetir dike. Hejmara darvekirinan hîn zêdetir dike. Ev jî Îranê dixe nava tengasiyeke din. Îran ber bi hilweşînê ve dibe. Van polîtîkayan bi kêrî Îranê nehat. Piştî vê yekê ew ê bikêr neyê. Ew zirarek pir mezintir dike. Niha weke mînak, cezayê darvekirinê daye jinên Kurd ên şoreşger, aktîvîstên siyasî, rojnamevan û bi dehan kesan. Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî, hevala Regêş, bi dehan siyasetmedar, şoreşger, demokrat, jin bi darvekirinê hewl dide civakê terbiye bike, li gorî xwe hewl dide bi darvekirina jinan terbiye bike, vîna wan bişkîne û wan bitepisîne. Hewl dide mûxalefeta civakî, bertekên civakî, demokrasiya gelan, azadiyê bitepisînin û daxwazên wekheviyê bêbandor bike. Ev hêrsa di civakê zêde dike û hêrsa jinan zêde dike. Ev polîtîka mûxalefeta demokratîk hîn xurtir dike. Daxwazên demokrasî, azadî û wekheviyê zêdetir pêş dixe û xurt dike. Ev wê bibe sedem ku ev berfirehtir bibe. Me ev yek di serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de bi awayekî zelal dît. Ew dibe sedem ku ev hîn berfirehtir bibe. Di vî warî de divê Îran dev ji van polîtîkayan berde. Îran jixwe hedefa hêzên navneteweyî ye. Her wiha hedefa DYE, Îngilistan û Îsraîlê ye. Li dijî Îranê zextek pir giran û êrîşek pir giran heye. Hêza Îranê li Rojhilata Navîn bi rastî heta asteke pir girîng kêm bûye. Niha di bin zext û dorpêçeke mezin a aborî ya siyasî de ye. Polîtîkayên ku bertekên civak û jinan di nava welat de zêde û xurt dike, wê hilweşîna Îranê leztir bike. Bi rastî divê em dev ji van berdin. Siyaseta rast bersivdana daxwazên civakê û jinan e. Siyaseta demokratîk esas bigire. Li ser esasê feraseta demokratîk e. Ew reform e. Ji bo pêkanîna van daxwazan avêtina gavên pratîk e. Û ev yek ji bo bidawîkirina polîtîkayên darvekirinê ye. Ya rast ev e. Ya ku wê Îranê zindî bihêle ev e. Ku nebe, ew ji niha ve bi xetereyên mezin re rû bi rû ye û wê xetereyan zêdetir bike.
Ji aliyê KJAR’ê ve kampanyayek heye. Her wiha bi taybetî di şexsê Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî de li dijî siyaseta darvekirinê kampanyayek pir xurt pêş xistin. Tevlîbûneke girîng jî heye. Divê ev kampanya berdewam bike û xurtir bike. Pêwîste hemû jin, gel, hemû beşên bindest, hemû beşên azadîxwaz û demokratîk li her derê piştgirî û hêzê bidin vê kampanyayê. Divê ev polîtîkayên darvekirinê li her derê bên eşkerekirin. Li dijî vê divê berxwedanên xurt bên pêşxistin, lêkolîn bên kirin, têkoşîn bê kirin. Ji bo di vê mijarê de ji bo bi Îranê paşde gav bê avêtin û dawî li van polîtîkayên darvekirinê bê, divê di pêşengiya jinan de di asta herêmî, neteweyî û navneteweyî de têkoşînek pir xurt bê meşandin. Heya ku ev yek pêk were, ez bawer dikim ku wê encamên erênî derkeve.
ÊRÎŞÊN LI ÎNGILISTANÊ: DIVÊ GELÊ ME XWEDÎ LI SAZIYÊN XWE DERKEVIN
Di rewşeke ku şerê topyekûn ê dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd berdewam dike de, êrîşên Îngilistanê yên li hemberî Kurdan ku berpirsyarê sereke yê bêstatubûn û parçebûna Kurdan e, dewam dikin. Herî dawî li Îngilistanê li dijî Navenda Civaka Kurd a Îngilistanê êrîşek pêk hat û gelek kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin. Ev rewşek herêmî ye yan bi geşedanên li herêmê ve girêdayî ye?
Helbet têkiliya wê ya rasterast bi geşedanên li herêmê û geşedanên li Tirkiyeyê re heye. Îngilistan ji polîtîkayên qirkirina Kurdan berpirsyar e. Ew hêza ku Peymana Lozanê çêkiriye. Ew hêza yekem e. Yanî Peymana Lozanê di bin pêşengiya Îngilistan û Fransayê de hatiye çêkirin û bi pêşengiya Îngilistanê hatiye kirin. Rola Îngilistanê ya di parçekirina Kurdistanê ya çar parçeyan de diyarker bû. Di polîtîkayên qirkirinê yên sed sal in ku li ser Kurdan tê meşandin de, rola Înilistanê diyarker e. Di pêşxistina Komploya Navneteweyî de rola Îngilistanê dîsa roleke diyarker lîst. Yanî Îngilistan li şûna ku lêborîna xwe ji Kurdan bixwaze û dest ji van polîtîkayên qirkirinê berde û piştgirî dide domandina van polîtîkayên qirkirinê, niha siyaseta ku bibe alîgirê van polîtîkayên qirkirinê dimeşîne û destekê dide wan. Piştgirî û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk dipejirîne. Ez vê şermezar dikim. Pêwîste ev yek pir bi hêz were eşkere kirin. Li dijî vê divê têkoşîn bê kirin. Ev êrîş û êrîşên li ser sazî û komeleyên çandî yên Kurd ên li Londonê jî parçeyek ji vê yekê ye. Bi rastî jî piştgiriya Îngilistanê li dijî polîtîkayên qirkirin, îlhaq û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a heyî nîşan dide.
Îngilistanê piştî ku ji Yekîtiya Ewropayê derket, beriya niha bi dewleta Tirk re peymanên cidî danî. Wî peymanên leşkerî û peymanên bazirganî çêkir. Gelek çek firot dewleta Tirk. Ji ber vê yekê hê bêtir zêde bû. Berê li wir bû. Li Yekîtiya Ewropayê bû. Ewropa jî siyaseteke durûtiyê dike, hemû welatên Ewropayê li hemberî Tirkiyeyê siyaseteke durûtiyê dikin. Pirsgirêka Kurd dixin meriyetê. Ji bo ku ji Tirkiyeyê zêdetir tawîzan bigirin û Tirkiyeyê di polîtîkayên xwe yên herêmî de bikar bînin, pirsgirêka Kurd li hemberî Tirkiyeyê wekî gefekê bi kar tînin. Bi polîtîkayên qirkirinê hem li dijî Kurdan hem jî li dijî dewleta Tirk tawîzan digirin. Siyaseta wisa qirêj bi salan, bi dehan salan e. Lê Îngilistan pêşengiya vê dike. Divê ev êrîşên li Îngilistanê bi vî rengî bên nirxandin.
Divê gelê me bi taybetî jî gelê me yê li Îngilistanê û li tevahiya Ewropayê xwedî li saziyên xwe derkevin. Divê li dijî van êrîşên dewletên Ewropayê berxwedaneke pir xurt nîşan bide. Divê têbikoşin Divê ev êrîş neyên qebûlkirin. Divê ev yek bi tundî şermezar bikin. Divê gelê me rastiya van dewletan, rastiya Îngilistanê, van polîtîkayên durû, van polîtîkayên qirêj ên berjewendiyê timî îfade bike û derxe holê û li dijî wê têkoşîneke pir xurt a her alî, piralî bimeşîne. Li Londonê jî bertek hene. 3-4 roj in grevên birçîbûnê, protesto û têkoşîna hiqûqî didome. Divê ev tenê bi Îngilistanê re sînordar nebe. Her wiha divê li seranserê Ewropayê jî were pêşxistin. Berê jî li dijî Çapemeniya Azad êrîş pêk hatibûn. Dibe ku ev êrîş wê zêdetir pêşbikevin. Ji ber vê yekê jî divê li hemberî van hemû êrîşan polîtîkayeke bi vî rengî ya bendewariyê neyê meşandin. Divê helwestek wiha neyê girtin. Divê têkoşîneke pir xurt bê meşandin. Têkoşîna birêxistinkirî ya gelê me yê li Ewropayê bandorek pir giran dike. Gelê me bi rêxistin, bi zanebûn, timî dînamîk e, di nava têkoşîneke berdewam de ye. Bandora vê têkoşînê jî bilind e. Divê gelên Ewropayê jî bikevin nava vê têkoşînê. Divê ev têkoşîn bi wan re were meşandin. Gelek dostên gelê me hene, divê hîn zêdetir mezin bikin. Li dijî polîtîkayên qirêj ên van dewletan, li dijî polîtîkayên durû yên berjewendiyên xwe, divê bi dostên xwe, gelên Ewropayê û civaka wê re, vê têkoşînê pir xurt bimeşîne. Divê gelê me bi têkoşîna xwe van têkiliyên qirêj ên berjewendiyê bi dewleta Tirk re eşkere bike û şermezar bike.