MEXMÛR – Gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê îro li dijî êrîşên hovanê li ser Heleb û Rojavayê Kurdistanê û ji bo silavkirina berxwedana Gelê Rojava û Helebê meşiyan. Girse li ber Saziya Malbatên Şehîdan bi rêketin. Li pişt fotografek mezin a Rêber APO û bi sedan alan gelê Mexmûrê berbe Semta Şehîd Rûbar meşiyan û dengê xwe bilind kirin. Di dawiya meşê Hevserokê Şaredariya Wargehê daxuyanek dayî. Di axaftina xwe de Edban Yilmaz anî ziman ku piştî çeteyan, ku êrîş dikin Dewleta Tirk heye û silavên Wargeha Mexmûrê ji bo berxwedana gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ragihand.
Bi hejmarek zêde ciwan tevlî meşê bûn û bi dengê bilind dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘ Bijî Serok APO’ berz kirin.