HESEKE – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê bi daxuyaniyekî nivîskî banga hemû ciwanên herêmê kirin ku ji bo bersiva êrîşên li ser Helebê beşdarî şer li dijî dagirkeriyê bibin.
Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Heseke bi daxuyaniyekî tevlîbûna xwe ya seferberiyê ragihandin û ev peyam dan:
“Ji bo hemû xwendekarên Sûriyê,
Di destpêkê de em wek Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê êrîşên ku li ser xaka Sûriyê tên kirin bi tundî şermezar dikin û berxwedana dîrokî ya gelê me yê li Heleb û Şehba nîşan dane silav dikin. Ev êrîşên dewleta Tirk berdewamiya plana ku Tirkiyê bi rêya DAIŞ’ê bisernexistiye û armanca wê dagirkirina sînorên Mîsak-î Milî ye, ku dewleta Tirk gelek caran xwestiye pêk bîne. Armanca van êrîşan dagirkirin û parçekirina Sûriyê ye û veguhertina wê ji bo navenda teror a navdewletî ye.
Lewma em bang li tevahî gel û xwendekarên xwe dikin ku divê bizanin yek ji armancê van êrîşan hêviyê gelên Sûriyeyê yên jiyana azad û bi rûmet ji holê rakin e. Divê li tevahî Sûriyeyê xwendekarên Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Tirkmen ji bo vala derxistina van êrîşên hovane destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe xurtir bikin. Parastina ax û welat, parastina rûmetê ye. Li ser vî esasî çi dibe bila bibe em ê rê nedin çeteyên dagirker ku xaka me ya weke bihûşt e, ji xwe re bikin mal. Em ê bi ruhê Şoreşa Rojava dagirkerî û hewdanên qirkirinê têk bibin. Li gorî pêvajo û rewşa heyî em jî weke Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz banga seferberiyê li ciwan û gelê xwe dikin. Pêwîste tevahî xwendekarên Sûriyê bi ruhê seferberî û welatparêziyê rabin ser piya û di nav şerê gelê şoreşgerî de cih bigirin. Werin em bi hev re welatê xwe, rûmeta xwe û şoreşa gelan biparêzin.”