ŞENGAL- Îro saat 14:30 nîvro li Şengalê bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê meşekê hate lidarxistin. Xelkê Şengalê bi girseyî tevlî meşê bûn û êrîşên dagirkeriyê ser bakûr û Rojhilatê Suriyê şermezar kirin. Di vê çarçoveyê de bangawaziya seferberiyê piştigiriya xwe ji bo gelên Halep , Şehba û gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û hêzên parastinê re nîşan dan. Gelê Şengal di nava meşê de li dijî politîkayên dagîrkeriyê bi ajansê me ya Nûçe ciwan re axifîn û gotin: Êrîşên hovanê yên çeteyên DAIŞ’ê li fermana 2014’an de û heman demê jî alîkariya YPJ, YPG’ê û HPG’ê ji bîr nekirine. Bi vê awayê îradeya xwe ya berxwedanê li kêleka gelê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê nîşan dan.
Di meşê de ciwanên Êzidî bi belavkirina belavokan ser rewşa heyî û xeteriyên ji bo hemû gelên azadîxwaz xelkê Şengalê hişyar kirin. Di heman demê de di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî banga seferbertî hate kirin. Bi dirûşmeya “Ji bo parastina ax û welat, Werin Cenga Azadiyê!” meş hate lidarxistin. Dema meşê jî Ciwan bi qêrîna drûşmeyên; Bijî berxwedana Rojava, yeke yeke yeke Erdogan û daeş yeke, Bijî berxwedana Efrînê biryardariya xwe diyar kirin.
Dawiya meşê de piştî deqeyekê rêzgirtin ji bo hemû şehîdên şoresê nirxandineke ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ve hate kirin.
Herî dawî ciwanan maketê Erdogan ya bi cilên DAÎŞ şewitandin u teşîr kirin ku Erdogan êrişê ceteyan rêvedibe û pilanên DAÎŞ ya 2014 dixwaze pêk bîne. Ciwanên Êzidî biryardariya xwe ya ji bo tevlî bûna seferberî û erkên pêşengtî ya şerê gelê şoreşgerî nîşan dan.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
Di serî de em weke ciwanên Êzidî bi taybet weke gelê Şengalê, em berxwedaniya Rojava, ya ku ev çend roj berdewam dike, em silav dikin. Em bi berxwedaniya we re ne, em bi têkoşîna we re ne. Bila dewleta tirk a dagirker û hevkarên wî baş bizanibin, ev çeteyên we yên ku ev çend rojin êrîşên li ser Helep û Şehbayê û dixwazin îradeya gelan tune bikin, bila baş bizanibin, ew ê tucarî nikarin vê îradeyê tune bikin. Ji ber ku em xwedî rêberekî weke Rêber Apo ne. Em xwedî îradeyekê bi hezara şehîdan e. Em ê tu carî teslîmiyetê qabûl nakin. Çawa di 2014 gelê Rojava deriyê xwe ji me re vêkirin û tevahî pêkhateyên Rojava bi me re bûne alîkar û em hembêz kirin. Em jî weke gelê Êzidî bi tevahî heta dawî em gelê xwe yê Rojavayê re ne. Êrîşên ser Rojava êrîşên ser tevahiya gelê me ne. Ew bangewazî ku ji aliyê gelê me ye Rojava re hatî em îro hazir in ku biçin weke ciwanan Êzidî parastina Rojavayê Kurdistanê bikin. Em dîsa bêjin bijî berxwedana Rojava, bijî berxwedana gelê me ye vêderê, bijî berxwedana YPG, YPJ û QSD. Bijî bijî Rêber Apo.