NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK’ê yên Stenbolê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” du çalakiyên cuda li dijî êrîşên li dijî Rojava pêk anîne.
Daxuyanî wiha ye:
“Li navçeya Bagcilar a Stenbolê şeva 1’ê Kanûnê wesayîteke hevkarê AKP-MHP’ê hat şewitandin.
Di şeva 2’ê Kanûnê de yekîneyên me pêşî li dijî saziya bi navê ŞAD-DER ku li navçeya Avcilar a Stenbolê bi cih bû û alîkarî dida dijmin çalakiyek bombeyên teqemenî û molotofan li dar xistin, iştre jî wesayîta wê şewitandin. Di encama çalakiyê de komele bêkar maye.
Her du çalakî jî li dijî êrîşên li dijî Rojava hatin lidarxistin.
Weke YCWK’ê em dixwazin her kes bizane ku em ê bersiva her êrîşa li dijî gelê xwe bidin. Em bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku di van çalakiyan de pêşengiyê bikin.”