NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hevberdevkê Meclisa Ciwanan ya Suriyeya Pêşerojê Muhammed Hesen El Samir duh di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li ser Dêrezorê de, gihiştiye şehadetê.
Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya hemû şehîdan û şehîd Mihemed Hesen El Semîr hat diyar dayîn.
Daxuyanî wiha ye:
Em weke Partiya Meclîsa Ciwanan a Giştî ya Sûriyeya Pêşerojê radigihînin ku hevberdevkê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Muhammed Hesen El Samir di encama êrîşa li bajarê Dêrezorê ku bû hedefa çeteyên DAIŞ-Tirkiyê û şehîd bû.
Bi giştî rewşa heyî ya li Sûriyeyê tê zanin, faşîzma Tirk bi rêya çeteyên DAIŞ û çeteyên wê, bi hedefgirtina bajarên bakurê rojhilatê Sûriyeyê hewl dide êrîş bike û ewlekarî û aramiya herêmê têk bibe.
Her wiha ji bo guhertina demografiyê û jinavbirina pêkhateyên herêmê bi rê û rêbazên cuda hewl dide dagirkeriya xwe li ser xaka Sûriyê berfireh bike.
Lê belê hemû ciwan û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî van êrîşan bêdeng neman û li dijî faşîzmê rêya berxwedan û têkoşînê hilbijart.
Ji bo parastina gelê xwe û şopandina rêya şehîdên azadiyê girtin ser milê xwe û bû şopdarên rêya şehîdên me yên fedaî Şehîd Asya Elî û Şehîd Rogar Hêlîn ku bi fedekariya xwe peyamên tekoşînê ji hemû cîhanê re ragihandiin. Bi xwîna xwe ya pak rizgariya welat û neteweya xwe, bingeh û nexşerêya têkoşînê ya li dijî hemû faşîstan nîşan dan.
Li ser vê bingehê em weke Meclisa Ciwanên Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li ser esasê doza xwe, doza gelên ji bo azadiyê serî hildin û bi tekoşîna Şerê Gelê Şoreşger bi hemû biryardariya xwe li ber xwe bidin û têbikoşin. Em ê bi hevrêyên xwe yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk re li dijî her êrîşeke dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên ku hewl didin êrîşî ewlekariya herêmên me bikin, têbikoşin.
Em soz didin ku hemû ciwanên ji bo azadiyê serî hildin wê rêya hemû şehîdan û şehîd Mihemed Hesen El Semîr bişopînin. Em ê gavên ku ber bi serkeftinê ve avêtine bi serkeftinê re tacîdar bikin. Em ji şehîdên xwe yên azadiyê re rehmetê, ji birîndarên xwe re şifayê û ji girtiyên xwe re jî azadiyê dixwazin.
Şehîd rêberên me yên manewî ne. Şehîd di dilê me de dijîn û nemir in.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Muhammed Hesen El-Samir
Navê Dayikê: Sukerî El-Muhammed
Navê Bav: Hesen El-Samir
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El-Cerdî 1/1/1996
Dîroka Tevlîbûnê: 29.03.2022
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 3.12.2024