NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK (Yekitiya Ciwanên Welatparêzên Kurdîstan) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, li navçeya Sarigazî ya Stenbolê li dijî dikanekî A 101 ya li Stenbolê çalakiyek molotof li dar xistin.
Daxuyanî wiha ye:
Di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin”;
Yekîneyên me yên YCWK’ê êvara 3’ê Mijdarê li navçeya Sarigazî ya Stenbolê dikana A 101 bi molotofan hedef girtin û şewitandin. Ev çalakî ji bo bersivdayîna êrîşên li ser gelê me yê Rojava hate lidarxistin. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku metropolên Tirkiyeyê ji dijminan re bikin cihê hêrs û dojehê. Ciwanên Kurdistanê wê ji her demê baştir rola xwe ya pêşeng bilîzin.”