KASSEL – Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ciwanên xwendekar ên Kurd û Enternasyonalîst çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên ku li Zanîngeha Kasselê çalakî pêk anîn, bal kişandin ser êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li dijî Rojava û bang li ciwanan kirin ku li dijî van êrîşan têbikoşin.
Her wiha di axaftinê de bertek nîşanî dewleta Elman da ku van çeteyan weke “komeke serhildêr” nîşan dide û destnîşan kir ku çeteyên HTS rêxistineke mîna DAIŞ’ê ye ku li dijî tasfiyekirina Şoreşa Rojava bi piştgiriya Dewleta Tirk hatiye avakirin.