QAMIŞLO – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê duh bi daxuyaniyekî nivîskî banga hemû ciwanên herêmê kirin ku ji bo bersiva êrîşên li ser Helebê beşdarî şer li dijî dagirkeriyê bibin.
Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Qamişlo bi daxuyaniyekî tevlîbûna xwe ya seferberiya giştî ragihandin û ev peyam dan:
“Em weke Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê tevlî seferberiya giştî dibin. Em êrîşên ku li ser xaka Sûriyê tên kirin bi tundî şermezar dikin û berxwedana dîrokî ya gelê me li Heleb û Şehbayê nîşan dane silav dikin. Ev êrîşên dewleta Tirk berdewamiya plan ku Tirkiyê bi rêya DAIŞ’ê bisernexistiye û armanca wê dagirkirina sînorên Mîsak-î Milî ye, ku dewleta Tirk gelek caran xwestiye pêk bîne. Armanca van êrîşan dagirkirin û parçekirina Sûriyê ye û veguhertina wê ji bo navenda teror a navdewletî ye.
Lewma em bang li tevahî gel û xwendekarên xwe dikin ku divê bizanin yek ji armancê van êrîşan ew e ku hêviyê gelên Sûriyeyê yên jiyana azad û bi rûmet ji holê rakin e. Divê li tevahî Sûriyeyê xwendekarên Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Tirkmen ji bo vala derxistina van êrîşên hovane destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe xurtir bikin. Parastina ax û welat, parastina rûmetê ye. Li ser vî esasî çi dibe bila bibe em ê rê nedin çeteyên dagirker ku xaka me ya weke bihûşt e, ji xwe re bikin milk. Em ê bi ruhê Şoreşa Rojava dagirkerî û hewdanên qirkirinê têk bibin. Li gorî pêvajo û rewşa heyî em jî weke Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz vê seferberiyê radigihînin û tevlî qonaxa seferberiyê giştî dibin û bang li tevahî xwendekarên Sûriyê dikin ku bi ruhê seferberî û welatparêziyê rabin ser piya û di nav şerê gelê şoreşgerî de cih bigirin. Werin em bi hev re welatê xwe, rûmeta xwe û şoreşa gelan biparêzin.”