NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo veguhestina koçberên ku di dorpêça komên çeteyan de mane 50 otobus duh êvarê ber bi Şehba û Şêrawa ve derketibûn rê. Pêwîst bû ku îro otobus gelê li herêmê bi aniya. Lê li ketina bajarê Ehdasê ji aliyê çeteyan ve hatin astengkirin.
Piştî hewldanan karwanê otobusan ber bi Ehdasê ve bi rê ket. Karwanê seyareyan wê li Til Rifat, Şêrawa û gundewarên wan, Kampa Şehba, Fafîn û Ehdasê, gundewarên wan bigerin û xwe bigihîn gel da ku veguhezin herêmên bi ewle.