TEBQA- Piştî biryara Meclîsa Gel a Efrîn-Şehba ya ji bo pêşîgirtina li komkujiyeke muhtemel hat girtin, koçberiya şêniyên Şehba û Efrînê ber bi herêmên ewle ve didome. Yek ji van herêman jî Tebqa ye. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê cihên demkî amade kirin da ku pêdiviyên pêwîst ên koçberan peyda bikin heta ku derbasî navendên guncaw bibin.
Derbarê rewşa heyî de me nêrînên ciwanên Efrînê yên ji Şehbayê wergirtin. Ciwan di berxwedan û têkoşînê de bi biryar in.
Ciwanê Efrînê yê bi navê Fehmî diyar kir ku şêniyên Efrînê rojekê jî baweriya xwe ya bi vegera li axa xwe winda nekirine û wiha got: “Gel li herêmên rizgarkirî û herêma Cizîrê bi cih bûne, lê wê rêxistina xwe li wir jî ava bikin. Gelê Efrînê çand, exlaq û ruhê xwe yê têkoşînê diparêzin û bi xeyalên xwe yên vegera Efrînê dijîn.”
Fehmî diyar kir ku li Efrînê zarok hatin qetilkirin û destavêtin li jinan hatin kirin û wiha got: “Ji bo li Şehbayê heman rewş pêk neyê gel ji Şehbayê hatin derxistin. Li Şehbayê ji bo gel neyê qetilkirin ev der hat derxistin. Ji ber ku em ji wir derketin nayê wê wateyê ku me dev ji vê têkoşînê berda. Li ser vê bingehê niha têkoşîn hîn mezintir bûye.”
Di dawiyê de Fehmî bang li ciwanan kir û got, “Divê em hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin û ruhê tolhildan û fedekariyê zêdetir xurt bikin. Bi taybetî bang li ciwanên Efrînê dikim, bila ji bo tekoşîna şerê gel a şoreşgerî re pêşengiyê bikin.”
Ciwanê bi navê Hamudê jî diyar kir ku gelê Efrînê di rojên zehmet re derbas dibe û ji ber vê yekê xwe bêmoral hîs dike û got, “Em weke ciwan divê moralê bidin gelê xwe, neheylin bê moral bikeve. Ez bang li hemû ciwanan dikim, divê em erka ku dikeve ser milê me pêk bînin.”
Ciwanê Efrînî Dogan, anî ziman ku ji bo komkujî pêk neyê ji Şehba derketin, lê ji dijmin natirsin û wiha got: “Em bi coş in. Dijmin li ber çavê me pir biçûk e. Em weke ciwan ji dijmin natirsin. Ez bang li hemû ciwanan dikim: Tevlî refên gerîla û eniyên şer bibin. Ji bo her tiştê ku ji me were xwestin em amade ne. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Bijî Serok APO.”