HELEB- Li hemberî destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk a faşîst a dagirker û eniya El Nûsra yên li ser taxên Şexmaxsud û Eşrefiye yên Helebê, Hêzên Erka Xweparastinê li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin dikin, ji bo parastina gel û axa xwe di çeperên berxwedanê de cih digrin.
Niha li taxên Şexmaxsud û Eşrefiye yên Helebê ku têkoşîna şerê gel a şoreşgerî û bi vî ruhî tê jiyîn, mirovên ji 7 heta 70 salî li ber xwe didin, di têkoşîna xwe de bi israr û bi biryar in.
Endamên Hêzên Xweparastinê yên ku ji bo ewlekariya gel û ji holê rakirina êrîşeke muhtemel şev û roj nobetê digirin û kêliyekê jî çavên xwe nagirin, der barê rewşa dawî de nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.
Şervanan diyar kirin ku gelek kesên ji Ciwan, HPC û Komandoyan di çeperên da erka xwe ya parastinê pêk tînin û li hember rewşek muhtemel nobetê digirin û gotin, “Hewldanên êrîşa çeteyan çêbûn, lê me gelek caran ev êrîş şikandin. Divê gelê me netirse, bila rehet be. Em soz didin ku em ê heta dawiyê axa xwe û gelê xwe biparêzin û em ê çeperên xwe de berxwe bidin.”
Ciwanekî endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kir ku divê gel bi polîtîkayên şerê taybet û psîkolojîk neyê xapandin, divê di vê pêvajoyê de ji her nûçeyên ji kanal û ajansên biyanî tên bawer nekin bawer nekirin u wan kanalan gohdar nekin û tenê kanalên ku ku gelê Kurd û îdeolojiya Kurdan nîşan dide bişopînin û bawer bikin.