NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a a Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) û Artêşa Suriyeya Azad (ASA), gelek Kurd bi taybetî Kurdên Efrînê ji axa xwe hatin koçberkirin. Li Til Rifatê û Şehbayê jî ji bo gelê Kurd ji qirkirinê bê parastin, QSD’ê sivîlan ji qadên şer derxistin. Tevî hewldanên rizgarkirina her kesî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hezaran sivîlên li herêma Şehbayê asê mabûn 15 hezar kes dorpêç kirine.
Ji dema dagirkirina Efrînê û vir ve, tê zanîn ku bi taybetî şêniyên Kurd ji aliyê çeteyên Tirk ve tên îşkence kririn, revandin û kuştin. Vê carê jî çeteyên Tirk di nava aloziyê şerê çend Kurd revandine û kuştine. Tevî ku çavdêriyên rêxistin û komeleyên mirovî yên navdewletî radigihînin ku li Efrînê êşkence û kuştin hene, ENKS bang li Kurdan kir ku li Şehbayê bimînin. Saziya sîxuriyê ya dewleta Tirk ENKS piştî dagirkeriya Efrînê, ji bo vegera Efrînê xelkê dixapîne û dixe xefika çeteyên dewleta Tirk.
Her wiha “Rêxistina Berzanî ji bo Alîkari” (Barzani Charity Foundation) ku projeyek xizmeta veşartî dewleta Tirkiyê ye, hewl dide ku rê li ber koçberên Şebayê, Helebê û Til Rifatê bigire. Rêxistina Berzanî nan li penaberên ku diçûn cihên ewle yên weke Reqa û Tepqayê belav dikin. Saziya sîxuriyên Berzanî bi nan tiştên alîkariyê koçberan dixapîne û vedigerîne Şebayê.
Koçberên Til Rifatê û Şehbayê gotin ku rêxistina Berzanî çawa derewan li xelkê dike û xwe wek QSD nîşan dide û wan ji bo çuna cihekî ewle dixapîne. Lê Koçberan birin Şeba û Efrînê û li wir ji aliyê çeteyan ve tên revandin û kuştin.
Ajansa me duh ragihandibû ku rêxistina Bernzanî 50 otobusên ku welatiyên sivîl hebûn, tevî ku berê xwe didin cihekî ewle, rawestandinen. Endamen rêxistina Barzanî ji bo sivîlan gotin; “Em ê nan bidin we û we bigihînin cihekî ewle.” û usa xapandin û birin Efrînê.
Wekî din, sîxuriyên veşartî yên dewleta faşîst a Tirkiyê hejmarên telefonê ku qaşo ji bo alîkariyê be li penaberan belav dikin. Lê derket holê ku raqama telefonê bûn beşek ji lîstika dewleta faşîst a Tirkiyê û hevkariya PDK’ê.