ANTÎBES – Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên li ser Rojava, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Meclîsa Gel a Draguignan ve meşek hat lidarxistin.
Çalakgerên ku li Gara Trenê ya Navendî ya Antîbesê dest bi meşê kirin, heta navenda bajêr bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Kurdistan Wê Ji Faşîzmê re Bibe Gor”, “Bijî Berxwedana Gerîla” meşiyan.
Di çalakiyê de pankartên “Ji bo Rojava qada hawayê qedexe bikin” û “Dagirkeriya Tirk rawestînin” û alên PKK, YPG û YPJ’ê hatin vekirin.
Di meşê de peyamên agahdarkirinê yên li dijî êrîşên hêzên dagirker ên li dijî Rojava hatin xwendin û li derdorê belavok hatin belavkirin. Çalakî ji aliyê gelê herêmê ve rastî eleqeyeke mezin hat. Li hin cihan welatiyan di malên xwe de derketin ber pencereyan û piştgirî dan.
Di daxuyaniyên di meşê de bang li ciwanan hate kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên komên çete yên paramîlîter DAIŞ, HTŞ û SMO yên girêdayî dewleta Tirk a faşîst dakevin qadan.
Di daxuyaniya li ser navê TCŞ’ê de hat gotin, “Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger em ê bi îdeolojiya Rêber APO, bi lehengiya Şehîd Asya û Şehîd Rojger şer berfireh bikin û faşîzmê hilweşînin. Me bi cesareta ciwanan û pêşengiya jinan şoreşa Rojava bi dest xist. Me çeteyên barbar ên mîna DAIŞ’ê îmha kirin. Me destana berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker nivîsand. Em niha li ber serkeftineke mezintir in.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên heyî li dijî îradeya gelê Kurd û şoreşa Rojava hedef digire û wiha hat gotin: “Dîrok nîşan daye ku faşîzm bi berxwedana rêxistinbûyî ya gelan têk çû. Îro dora me ye ku em vê wezîfeya dîrokî bi cih bînin.”