ANTWERPEN – Li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê bi pêşengiya ciwanên APO’yî li dijî êrîşên Rojava mîtîngek hate lidarxistin.
Ciwan û gelê welatparêz li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker û komên çete yên wê yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev civiyan û hêrsa xwe ya li dijî êrîşan anîn ziman.
Di daxuyaniyên hatin dayîn de hate destnîşankirin ku divê ciwan bi ruhê seferberiyê li her qadê dakevin qadan û di vê pêvajoyê de rol û mîsyona xwe bi cih bînin.
Piştî axaftinan mîtîng bi sirûda “Bijî Serok APO” û “Çerxa Şoreşe” bi dawî bû.