MUNÎCH – Bi pêşengiya ciwanên Kurd û Enternasyonalîst û Navenda Çanda Kurd a Munchenê, êrîşên li dijî Rojava li bajarê Elmanya Munchenê hat protestokirin.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker û çeteyên DAIŞ, SMO û HTŞ’ê yên ku li dijî Rojava û Sûriyeyê destek dike, meşek hate lidarxistin.
Meşa ku li Odeonsplatzê destpê kir, li Sendlînger Tor bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.
Çalakgeran piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin û deklerasyona ji bo êrîşên Rojava amade kiribûn xwendin.