NAVENDA NÛÇEYAN – Wek Kurdistan, Papûaya Rojava (çemê rojavayê Pasîfîkê) jî dagirkirî ye. Papûaya Rojava di sala 1963’an de ji aliyê Endonezyayê ve hate dagirkirin û ji wê demê ve gel ji aliyê leşkeran ve îşkence, zindan û zext dibinin. Bertekên gelê Rojavayê Papûayê li dijî dagirkirina ya Endonezyayê zêde dibin, ji bo we KMP2 (Ciwanên Papûa yên Pêşverû) xwe rexistin dikin. Ev demeke dirêj gelê şoreşger ên Papûaya Rojava bi Tevgera Azadiya Gelê Kurd re di nava têkiliyan de ye. Taybetî rêxistina ciwanan KMP2 a ku nû hatiye damezrandin, di warê îdeolojî de, felsefeya Rêber APO ji xwe re mînak digiren.
Xelkê qebîleya Papuayê Melanesî ne, zêdetirî 250 eşîrên hene. Ji ber ku gelek eşîr hene, ji aliyê mekan û ziman di rêxistinkirina hemû eşîran de zehmetî hene. Ji ber vê Ciwanên Papûa felsefeya Rêber APO Konfederalîzma demokratîk ji xwe re dikin mînak; Mînak, çawa eşîran bi çanda kevnyar ya hevpar, rojeva hevpar têne rêxistin kirin.
Wekî din, rêxistina “ABC+ Workers’ Control – xebatkarên civakî dilxwaz” heye. “ABC+ Workers’ Control” îdeolojiyeke taybet temsîl nake ji bo ku hemû ciwanên çepgir bi rêxistin bike. Ciwanên “ABC+ Workers Control” cihên komînal ji bo hilberandin û firotina qehwe, werzîş û muzîkê, û belavkirina alîkariyê ji bo kesên feqîr birêxistin dikin. Lê di heman demê de xebaten îdeolojîk jî organîze diken. Haya anha ji bo nîqaşkirina rewşa Rojava gelek caran hatin cem hev.
Li ser xeta Konfederalîzma Demokratîk, rêxistinên cuda yên Papûaya Rojava, di nav de KMP2 (Ciwanên Papûa yên Pêşverû),
biryara avakirina “Akademiya Modernîteya Demokratîk” girtin. Endam û beşdaran dan diyar kirin ku ew ji bo ku Akademiyek nû ava bikin gelekî bi kelecan in.
Ciwanên Papûaya Rojava çend wêneyên, dema cîhe akademiyê amade dikin ji ajanse me re rêh kirin.
Her wiha ciwanên KMP2 ê ji bo xwendina kovara ciwanên enternasyonalîst “Lêgerîn” hatin cem hev.
Vê hefteyê jî ciwanan li Zanîngeha Makassar (metropolê Rojava Papua) Roja Serxwebûna Papûaya Rojava pîroz kirin, ji ber vê polîsên faşîst êrîşî xwendekaran kirin û hinek ji wan binçav kirin.