ŞENGAL- “Di baweriya Êzidî de her sal di meha 12 de Rojiyên Êzidî pêk tên. Rojiyên Êzî duyemîn cejna mezin a Êzidiyan e. Di nav salê de cejna Êzidî herî mezin Çarşema Nîsanê ye ku li meha 4 de tê pîroz kirin.
Tebaqa Feqîra heftiyekê berî tebaqa Bavê Şêx cejna xwe pîroz dikin. Ji 3’ê heta 6’ê mehê tebaqa Feqîr rojiyên Êzî digrin. Sê rojan de Êzidî rojî digirin: ji hilatina rojê heta roj avabûnê ne vedixwin û ne jî dixwin. Roja 4’emîn cejna Êzî ye. Her kes xwe dixemilîne bi cil û bergên Êzidîyan. Di vê rojê de Êzidî li kom dibin û diçin cejnê hevdû. Dema du kes dilê wan ji hev du dimîne pêk tên û hev du diborin.
Ji bo Êzidiyan roj pîroz e. Li meha 12’ê de roj kurt dibin. Tê gotin ku ji tirsê ku roj namîne Êzidiya rojî girt. Rabûn îbadet ji xwedê û Êzî re girtin da ku roj bêtir kurt nebin. Sê roja rojî girtin û roja çaremîn dîsa roj dirêj bûn. Êzidiyan rojê çaremîn kirin cejnê ser xatira xwedê û Êzî. Wî demê de heta niha her sal li meha 12’de Êzidî 3 roj rojî digirin. Tebaqa Bavê Şêx jî di 17’ê heta 20’ê mehê wê rojiyên xwe bigirin.”