HESEKÊ- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Hesekê di çarçoveya pêngava “Mala xwe, taxa xwe, welatê xwe biparêzin” de li dijî êrîşên muhtemel ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Hesekê tedbîrên ewlehiyê digirin.
Ji bo pêşî li êrîşeke muhtemel a ji hundir bê girtin, ciwan li ser rê nobedê digirin û ji bo ewlehiya seyareyên ku derbas dibin yek bi yek kontrol dikin.
Ciwan jî li kêleka hêzên Xweparastinê beşdarî pêngava seferberiyê ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatiye destpêkirin, dibin.