BERN – Ciwanên enternasyonalîst û Kurd, bi sedan Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bernê yê Swîsreyê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava meşiyan. Çalakger beriya destpêkirina meşê li Bern Bahnhofplatzê li hev civiyan û der barê êrîşan de daxuyanî dan.
Axaftina li ser navê ciwanên enternasyonalîst bi soza ku em ê piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava destpê kir. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di şerê ku hêzên emperyalîst û îslamî yên radîkal li dijî gelên Rojhilata Navîn pêş dixin de, Tirkiye ji vê rewşê sûd werdigire û ji sala 2019’an ve yek ji mezintirîn êrîşên li ser Rojava û Sûriyeyê pêk tîne. “Dewleta Tirk di çarçoveya projeya Neo-Osmaniyan de armanc dike ku li herêmê bibe hêza hegemonîk û Şoreşa Rojava tasfiye bike û Sûriyeyê hîn bêhtir bêîstiqrar bike.”
Di berdewamiya axaftinê de ev tişt hatin gotin: “Heyat Tehrîr El-Şam (HTŞ) ku baskê El-Qaîde ye û milîsên din bêyî ku rastî berxwedaneke zêde ya rejîma Sûriyê werin, Heleb xistin bin kontrola xwe. Artêşa Tirk a bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) bi piştgiriya dewleta Tirk û êrîşên hewayî, bi koordîne êrîşên li ser herêmên Kurdan pêk tîne.
Ev kom ne “serhildêr” in, lê hevbendiyek cîhadiyan e ku bi lîsteyek dirêj a tawanên şer û binpêkirina mafên mirovan heye. Di medyaya civakî de yekemîn vîdeoyên jinên ku li herêmên ku ji aliyê SMO ve hatin revandin dest pê kir.
Herêmên Şehba û Tel Rifaat ku piraniya şêniyên wê Kurd in û taxên Kurdan li Heleb, Şêx meqsûd û Eşrefiyê dorpêçkirî ne û rûbirûyê karesateke mirovî ne ku bi hezaran awareyên Efrînê û Xiristiyan û kêmîneyên din hewl didin xwe biparêzin di bin dorpêçê de. Şêniyên Şehba û Tel Rifatê yên ku bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne, tên derxistin. Ji aliyê hêzên ku bi girseyî ji aliyê Tirkiye û dewletên din ve tên destekkirin, tên tehdîtkirin. Lê bila zanibin ku em ê ti carî ji rêya berxwedana Şoreşgerî venegerin.”
Piştre li ser navê Meclîsa Jinan a Bernê Şehîd Berjîn Zenda, Gûlîstan Sado axivî û got, “Roj roja rizgarkirina hemû Kurdistanê ye. Em ê di bin navê seferberiyê de dengê xwe bidin hemû cîhanê.”
Piştî axaftinan çalakger bi alên PKK, YPG û YPJ’ê û pankartên ku bal kişandin ser êrîşên Rojava meşiyan.
Di meşê de meşaleyên rengîn hatin pêxistin.
Di çalakiyê de timî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana YPG” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Her wiha stranên Çerxa Şoreşe û marşa Rojava hatin xwendin.
Di meşa saetekê ya li navenda bajarê Bernê de bi dirûşme û tilîliyan, belavokên Şoreşa Rojava û êrîşan şîrove dikin hatin belavkirin.
Meşvanan çalakiya xwe ya li Reitehalle bi govend û dirûşmeyan bi dawî kirin.