HESEKÊ- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 1’ê Kanûnê de li dijî êrîşên rojên dawî seferberî ragihand. Di seferberiyê de ji aliyê hunermendan ve jî bi awayekî xurt beşdar bûn çêdibe. Gel bi pêşengiya hunermend û siyasetmedaran di nava seferberiyeke giştî de ye, da ku pêdiviyên malên welatiyên ji Şehbayê koçber bûne û jî bo li herêmên Rêveberiya Xweser bi cih bûne, peyda bikin. Li ser vê bingehê Stranbêj Cûdî Agirî ku ji bo gelê ku tên Hesekê ji lojîstîk, cih û gelek tiştên din peyda bike di nav çalakiyê de ye seferberiya dewam dike nirxand.
Hunermend Cudî Agirî diyar kir ku ne tenê hûnermend, di ê ciwan û xwendekar û bi giştî gelê Kurd li Bakur û Başûr divê alîkariya welatiyên ji Şehbayê koçber bûne bikin û da zanîn ku gelê Efrînê du caran rastî vê rewşê hatiye û ev yek bûye sedema xemginiyê. Cûdî Agirî anî ziman ku ev rewş gelek caran hatiye pîranî bajarên Kurd û got, “Em bi gelê xwe bawer û bi hevî ne, em li hevalên xwe yên ji Şehbayê koçber bûne, xwedî derkevin. Em bi taybetî bang li gelê xwe yê Bakur û Başûr dikin, da ku ji bo gel derkevin kolanan û dengê xwe bigihijînin li seranserê cîhanê. “