DÊRSIM – Xwendekarê dibistana amadehî D.A. bi hinceta tevlibûna çalakiyên protestokirina qeyûm ên li Dêrsimê, hate girtin.
Xwendekarê dibistana amadehî D.A. (18) bi hinceta tev li çalakiyên protestoyî yên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dêrsimê bûye, duh di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Xwendekar îro derxistin dadgehê û biryara girtinê hate dayin. Hat zanîn ku D.A. bi îdiayên “Muqawemeta li dijî polîsan” û “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” hatiye girtin.
XWENDEKARÊ DIBISTANA AMADEHÎ JI PIŞT VE KELEMÇE KIRIN
Xwendekarê dibistana amadehî D.A. dema dibirin nexweşxaneyê û anîn edliyeyê, destên wî ji pişt ve hatin kelemçekirin. Hat zanîn ku di dema îfadeya li dadgeriyê de jî destên wî ji pişt ve kelemçekirî bûn. Li ser nerazîbûna malbatê, li edliyeyê kelemçe hatin derxistin.