HESEKÊ- Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Şehba û Til Rifatê ku di 29’ê Mijdarê de li dijî Şehba û Til Rifat pêk anîn neçar man di 2’ê Kanûnê de ji herêmê koçber bibin, ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve li herêmên ewle tên bi cih kirin.
Dayika Zeyda ya ji Efînê ku yek ji wan kesên ku neçar ma ji Şehbayê koç bike serpêhatiyên xwe vegot.
Sayîka Zeyda destnîşan kir ku ew bi israr in ku vegerin Efrînê.
Dayika Zeyda wiha got:
“Em ji Efrînê derketin û berê hatin Şehbayê. Ev 7 sal in ez li Şehbayê dijîm. Me gelek zehmetî kişand. Em bi 7 malbat û erebeyekê hatin vir. Em bi cîranên xwe re derketin. Dîsa rehma Xwedê li hevalên me bike vir jî alîkariya me kirin, em hêvîdar in ku Rêberê me ji zindanê derkeve, em ê Rêberê xwe di nav xwe de bibînin û her kes vegere ser axa xwe.
Em ji bo hevalên xwe hatin, wekî din em dernakevin. Em ji bo namûs û şerefa xwe derketin. Weke Kurd pêwîste em bibin yek. Divê em destê xwe bidin hev, bi vî awayî em dikarin Efrîn û Serêkaniyê rizgar bikin û vegerin ser axa xwe. Em ji bilî vê tiştekî din naxwazin. Em naxwazin xwîn birjê. 7 salan me gelek zehmetî dîtin, lê em her tim bi hêviya ku em vegerin Efrînê jiyan. Em hatin vir, gelê me ji vegera Efrînê bêhêvî ye, dibêjin ‘Efrîn nemaye’, em jî dibêjin ‘Efrîn heye’ û em bi biryar in ku vegerin Efrînê. Em ê bi hêzên xwe yên QSD’ê û hêzên xweparastinê re Efrînê vegerînin.
Xwedê alîkarê hevalên me be û hemû hevalên me biparêze.”