REQA- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqayê dijîn bi daxuyaniyekî ve bersîv dan banga seferberiya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ve hatiye dayîn.
Ciwan û jinên ciwan ên kom bûn bi daxuyanîyekî ragihandin ku ew tevlî hêzên parastinê bûne.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Di destpêkê de em weke Tevgera Ciwanên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan êrîşên li ser xaka me bi tundî şermezar dikin û berxwedana dîrokî ya gelê me li Heleb û Şehbayê silav dikin. Armanca van êrîşan dagirkirin û parçekirina Sûriyê û veguhertina navendeke terora navneteweyî ye.
Ji ber vê yekê divê ciwanên Ereb, Kurd, Asûrî, Suryanî û Tirkmen ên li tevahiya Sûriyeyê li dijî van êrîşên hovane werin cem hev û yekîtiya xwe xurt bikin. Parastina xaka xwe parastina rûmeta me ye û li ser vê bingehê çi dibe bila bibe, em ê rê nedin çeteyên dagirker ku axa me wekî ya xwe bi dest bixin û bi lingên xwe yên qirêj axa me bipelixînin. Em ê bi ruhê şoreşa Rojava dagirkerî û şerê qirkirinê têk bibin.
Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo parastina gel û axa xwe amade ne. Li ser esasê îdeolojî, bawerî û hêza ku me ji Rêber APO girtiye û bi ruhê fedayî yê ku me ji Şehîd Asya û Şehîd Rojger girtiye, em ê li dijî van êrîşên qirêj li ber xwe bidin û têbikoşin. Ser vî esasê em bangawazi dikin ku hemu ciwan seferber bibin û tevle hêzen parastina xwe bibin û şer bikin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan