NAVENDA NUÇEYAN- Seyareyên ji herêmên xweser derbasî herêmê bibûn, ev 2 roj bûn ji aliyê çeteyan ve li Ehdasê dihatin astengkirin. Piştî hewldanan seyare îro di saetên piştî nîvro de derbasî herêmê bûn.
Seyare niha li gundên Ziyaret, Gundê Mezin, Eqîbê, Bênê, Dêr Cimêl û Şêrawa digiren û gel vediguhesin.
ÇI BIBÛ?
Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ku 29’ê Mijdara 2024’an li ser Til Rifat û Şehbayê pêk hatin, Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhestina gel a ji bo herêmên bi ewle girt. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê (2024) de dest bi veguhestina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin.
Heta niha zêdetirî sed hezar welatî veguhestine Tebqa, Reqayê û bajarên din ên Herêmên Xweser. Lê hîn jî gelek welatî li Şehba û Şêrawa mane.
Ji bo veguhestina kesên mane jî, 50 otobus 3’yê Kanûnê (2024) ber bi Şehba û Şêrawa ve derketin rê. Lê li ketina bajarê Ehdasê ji aliyê çeteyan ve hatibûn astengkirin.
Li aliyê din komên çeteyan û saziya Barzaniyan (Saziya Xêrxwaziya Barzanî) hewldana bi zorê gel bibin Efrîna dagirkirî.