BORDOX – Welatparêzên li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li hev civiyan, tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û êrîşên li ser Rojava protesto kirin.
Çalakger li Qada Stalîngradê li hev civiyan, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest bi meşa xwe kirin.
Di meşa ku alên Rêber APO û alên YPG û YPJ’ê hatin vekirin de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana YPG” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin qîrîn.
Piştî meş li Qada Jeans Jours bi dawî bû, li ser navê TCŞ’ê Hogir Botan axaftinek kir. Hogir Botan di axaftina xwe de got, “Qadakirina van qetlîamên gelê Kurd û şerê li Rojhilata Navîn tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêkan e.”
Hogir Botan got, “Dewleta Tirk a faşîst dixwaze Rêveberiya Xweser a li Rojava bifetisîne, lê divê bizane ku gelê Kurd bi sedsalan li berxwe daye û heta îro hebûna xwe domandiye. Niha jî wê li ber xwe bide û faşîzmê di xwîna xwe de bixeniqîne.”
Hogir Botan bal kişand ser tecrîda ne rewa ya li ser Rêber APO û got, “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bibe, divê gelê Kurd û bi taybet ciwan di nava têkoşîneke berdewam de bin.”