QAMIŞLO – Piştî biriyara derketina ji Şehba ji aliyê Meclîsa Gel a Şehba ve, bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehba koçberî herêmên rojavayê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûn.
Li bajarê Qamişlo li Lîstokgeha Şehîdên 12’ê adarê gelek malbat kombûn. Li wir ji aliyê Meclîsa Gel a Qamişlo alîkarî ji koçberan re tê komkirin û xanî ji wan re tên eyar kirin. Ciwan û jinên Efrînî ku li wê derê kom bûn bi Ajansa Nûçe Ciwan re axivîn û peyamê xwe yê tekoşînê li dijî dagirkeriya Tirk û piştgiriya Hêzên Sûriyê Demokratîk dan.
Xortekî wiha anî ser ziman: “Dijminê dagirker êrîşê li ser Efrînê û Şehbayê kir. Bila dijmin bizanibe ku gelê kurd tu carî naşke, dijmin nikarî tu carî vîna gelê kurd bişkîne, bi hezaran gelê kurd heye.”
Her wiha, welatiyekî wiha got: “Bila dijmin nefikire ku wê Kurdistanê ji me bibe. Em însanên kurd in, em însanên Efrînî ne, em axa xwe bernadin. Eger bi zorê me derxistin, emê wî jî bi zorê derxin. Em bi şehîdên xwe re ne. Bila her kes bibihîse ku emê vegerin Efrînê.”
Dayikekî jî ev anî ser ziman: “Em bi îradeya xwe derketin. Emê vegerin axa xwe. Bi îradeya me ye, ne bi îradeya dijmin e. Em li pişt hevalên xwe ne.”