STUTTGART – Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojava û tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO hate protesto kirin. Meclîsa Gel a Stûttgartê, Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn.
Ciwanên li Stûttgart Lautenschlagerstrasse hatin cem hev, Kurdistanî û dostên wan piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê Şehîdên Kurdistanê dest bi meşê kirin.
Di meşê de endamê TCŞ’ê Cawşîn Hezex axaftinek kir û bal kişand ser tecrîda li ser Rêber APO. Cawşîn Hezex “Divê neyê jibîrkirin ku têkoşîna azadiyê ya gelê me û bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn ancax bi azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêkan e. Tecrîdkirina Rêber APO parçeyek ji polîtîkayên faşîzan e ku ne tenê li ser azadiya gelê Kurd, li dijî hemû gelên herêmê tê meşandin. Rêya azadî, demokrasî û aştiyê wê bi pêkanîna fikrên Rêber APO pêk were.”
Cawşîn Hezex bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka Rojava û Kurdistanê û got, “Îro mezinkirina têkoşînê li dijî êrîşên dagirkeriyê û rejîmên faşîst ên li Rojava û herêmên din ên Kurdistanê, tê wateya bilindkirina dengê me yê ji bo azadiya Rêber APO. Her kesê ku ji bo yekîtî û aştiya gelan têdikoşe divê bi vê daxwazê dakeve qadan.
Piştî daxuyaniya Hezexê, di axaftinên li ser navê KON-MED û Jinên Rojava Diparêzin de, bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker û komên çete yên ku li dijî Rojava destek dike.
Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana YPJ” li kolanên Stûttgartê hatin berzkirin.