ATÎNA – Êrîşên li dijî Rojava yên bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Yewnanîstan Atînayê hatin şermezarkirin. Çalakgeran bi meşekê êrîş protesto kirin û bang li gelê Kurd û dostên wan kirin ku li her derê dakevin qadan.
Bi dehan kes li dijî êrîşên li dijî Rojava li ber Akademîasê li hev civiyan û li ber Sefaretxaneya Tirk meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî Kurdîstan”, “Qatil Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Afrîn ê”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Dîsa dîsa serhildan, Serok ê me Ocalan”, “Jin, jiyan, azadî” , “Terorîst Erdogan”, “Faşîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.
Li ser navê Komeleya Çanda Kurd a Atînayê Îsmet Akkurt axivî û diyar kir ku divê her ciwan, her jin û her Kurdek li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava diqewimin xwedî wijdan be û got, “Eger pêwîst bike divê em hemû biçin Rojava. Divê em bi meşê vijjdanê xwe rehet nekin. Hem ji bo azadkirina Rojava hem jî ji bo mezinkirina têkoşîna me hêviyên me yên mezin hene. Hêza kesî têra me nake. Em ê bi ser bikevin, em ê axa xwe azad bikin. Em ê careke din Rojava ji çeteyan paqij bikin.”
DIVÊ EM TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ ZÊDE BIKIN
Li ser navê TCŞ’ê Azad Amed axivî û got, “Em ê bi ruhê Şehîd Asya û Rojger û fikir û perspektîfên Rêber APO di vî şerî de bi ser bikevin. Weke ku tê zanîn me di pêşengiya jin û ciwanên Kurd de Şoreşa Rojava bi ser xist. Me çeteyên barbar DAIŞ’ê îmha kirin û li dijî dewleta Tirk a dagirker destana berxwedanê nivîsî. Dîrok nîşan daye ku faşîzm li hemberî têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan winda kiriye. Dûra me ye ku em berpirsyariya dîrokî bi cih bînin. Divê em derkevin qadan û têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin. Berpirsiyariya parastina van xakên rizgarkirî li hember DAIŞ’ê dikeve ser milê me hemûyan. Weke ciwanên Kurd banga me li hemû gelê me ye. Li dijî metîngeriyê em li her derê li qadan bin. Weke TCŞ em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”
Înîsiyatîfa RiseUpForRojava Yewnanîstanê jî di axaftina xwe de bal kişand ku Şoreşa Rojava têkoşîneke enternasyonalîst e û destnîşan kir ku divê Rojava li hemû cîhanê bi tenê neyê hiştin.