DIRBESIYÊ- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajaroka Dirbesiyê di çarçoveya pêngava “Mala xwe, taxa xwe, welatê xwe biparêzin” de li dijî êrîşên muhtemel ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajaroka Dirbesiyê tedbîrên ewlehiyê digirin.
Beriya ku ciwan derkevin kolanan kom bûn li ser esasê girîngiya Şerê Gel a Şoreşgerî semînerekî dîtin.
Ji bo pêşî li êrîşeke muhtemel a ji hundir bê girtin, ciwan li ser rê û di nav kolanan de nobedê digirin û ji bo ewlehiya gel, seyareyên ku derbas dibin yek bi yek kontrol dikin.
Ciwan jî li kêleka hêzên Xweparastinê beşdarî pêngava seferberiyê ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatiye destpêkirin, dibin.