NAVENDA NUÇEYAN- Hat ragihandin ku HTŞ’ê vê siharê kontrola li Hama û Humusê bi dest xistiye û serokwezîrê Sûriyeyê Muhammed Gazî El Celalî jî daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ji bo hikûmeteke derbasdar ji hevkariyê re amade ne.
Celalî anî ziman ku di saetên siharê de ew ê biçe ofîsa xwe û xebata xwe bidomîne û bang li welatiyên Sûriyeyê kir ku zirarê nedin ti tiştan. Celalî qala nûçeyên têkildarî çûyîna Esas, nekir.
HTŞ’ê di 27’ê Mijdarê de bi êrîşa li ser Helebê re ket nava liv û tevgerê û piştî Humus û Hamayê, li Şamê kontrol bi dest xist. HTŞ’ê ragihand ku Serokê Dewletê Beşar Esad ji welêt reviye.