NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Koordînasyona Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) Brûsk Agid geşedanên têkildarî pêngava”Dema Tolhildanê” ya ji bo bîranîna Şehîd Tolhildan Qendîl hatiye destpêkirin nirxand.
Brûsk Agid di axaftina xwe de bang li hemû ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir ku li dora pêngavê bi rêxistin bibin û got, “Ji bo tolhildana jin û zarokên ku di rêya koçberiyê de ji ber sermayê şehîd bûne, têkoşîn bê dayîn. Di rêya azadiyê de divê em bi bicihanîna erkên xwe yên dîrokî parastina gelê xwe bikin.”
Brûsk Agît ku bi bîranîna Şehîd Asya Elî û Şehîd Rojger Helîn ên ku li Enqereyê li dijî TUSAŞ’ê çalakiya fedaî pêk anîn de şehîd bibûn dest bi axaftina xwe kir û got, “Ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û Şehîd Tolhildan Qendîl û ji bo fizikî azadiya Rêber APO li seranserê Rojhilatê Kurdistanêpêngava “Dema Tolhildanê” hate îlankirin. Divê em fikir û felsefeya Rêber APO ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê pêşxistiye ji kûr ve fêm bikin û girîngiyê bidin azadiya fîzîkî ya Rêber APO.”
Agît da zanîn ku hemleya Dema Tolhildanê bi awayekî berfireh û bi bandor tê meşandin û hemû ciwanên beşdarî kampanyayê bûne bi rêzdarî silav kir.
Agît da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker, tecrîd û polîtîkayên îzolasyonê yên li ser Rêber APO zêdetir kiriye û got, “Lê belê divê em ciwan helwest û têkoşîna Şehîd Tolhildan a ku li dijî tecrîdê helwesteke radîkal nîşan da, esas bigirin. li ser esasê hişyarbûna pêngava ji bo azadiya Rêber APO, Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO divê em tekoşîn bikin.”
Egît bal kişand ser vê yekê ku rejîma Îranê ji bo têkbirina vîn û hêza ciwanan gelek rêbazên weke sîxurî, besîc, madeyên hişber û fuhuşê ceribandiye û got, “Ciwan di çarçoveya pêngavê, li dijî van polîtîkayên şerê taybet li her derê çalakiyên hişyarkirinê lidar dixin. Îro ciwan bi hêz û îradeya şoreşgerî li hemberî dijmin xwe diparêzin.”
Koordînasyona KCR’ê Brûsk Agit jî di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî û wiha got: “Ji bo tolhildana jin û zarokên ku di rêya koçberiyê de ji ber sermayê şehîd bûne, divê têkoşîn bê dayîn. Di rêya azadiyê de divê em bi bicihanîna erkên xwe yên dîrokî parastina gelê xwe bikin.”