MINBIC – Şer û pevçûnên li nava Minbicê û gundewarê wê berdewam dikin. QSD’ê berxwedana xwe didomîne. Li Minbicê gelek şaneyên veşartî yên çeteyan hatin hilweşandin û balafireke bêmirov ya dewleta Tirk hat xistin. Gelek çeteyên ku ketine Minbicê di bin dorpêçê de ne. Ji ber ku çeteyên dewleta Tirk gelek derbeyan dixwin, dewleta Tirk a faşîst bi balafirên şer bombebaran dikin. Balfirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li navenda bajarê Minbicê cihê wezaretê bombebaran kir. Hat ragihandin ku Ebû Emşa piştî kemîneke baş li herêma Minbicê ji aliyê hêzên taybet ên QSD’ê hatiye girtin’de.
Daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbic ya têkildarî berxwedana QSD wiha ye:
“Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbic û Babê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Minbicê û gundewarê wê rû bi rû dimînin û di encamê de bi dehan kuştî û birîndar di nava refên çeteyan de çêbûn.
Ji bo veşartina têkçûna xwe, rûpelên girêdayî çeteyan îdia kirin ku herêmên berfireh ên Minbicê kontrol kirine, ev agahî derew in, ji ber ku hêzên me bi rêbazên cuda û rêbazên leşkerî ji bo parastina herêmê û gelê wê xebatên xwe didomînin.
Piştî têkçûna çeteyan, artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer herêmên bajêr bombebaran kir, saziyên xizmetguzarî û îdarî hedef girtin.”