TÛBÎNGEN – Li Zanîngeha Tûbîngen a Elmanyayê bi pêşengiya jinên ciwan ên xwendekar û xwendekarên Kurd ên endamên Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de pirsgirêkên nijadperestiyê yên li ser Kurdên li Ewropayê dijîn hatin nîqaşkirin. Damezrênerê ÎAKR’ê Civan Akbulut beşdarî semînerê bû.
Di semînera ku ji aliyê endamê Navenda Ragihandinê ya Dijî Nîjadperestiya li ser Kurd (Informationsstelle Antikurdischer Rassismus-IAKR) Civan Akbulut ve hat dayîn de, li ser pirsgirêkên Kurdên li Ewropayê dijîn, çawa ji aliyê dewlet û civaka Ewropayê ve rastî cudakariya civakî tên, û ew çi cûre nîjadperestî dikin, nîqaş hatin kirin.
Semînera ku nêzî 30 xwendekar beşdar bûn bi pirs û bersivan bi dawî bû.