HAMBÛRG – Enternasyonalîstên Elman û komên çep ên Tirk jî piştgirî dan meşa li dijî êrîşên Rojava ya li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Meclîsa Jinan a Rojbîn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hambûrgê (DKTM). Di daxuyaniya çapemeniyê ya beriya meşê de li ser navê TCŞ’ê hate xwendin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Minbic û Rojava hatin şermezarkirin. Ciwanan bang li hemû ciwanên Kurdistanê kirin ku li dijî xeteriya qirkirina li ser gelê Kurd li ber xwe bidin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê yên di êrîşên Rojava de şehîd bûne, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û çeteyên xwe êrîşên xwe yên ji bo dagirkirina Minbicê bi dijwarî didomîne û hate destnîşankirin ku destkeftiyên Kurdan ên li herêmê di bin xeteriyeke cidî de ne.
Ciwan Çewlik ku li ser navê TCŞ’ê daxuyanî da; “Dewleta Tirk a qirker bi çeteyên ku ji çar aliyên cîhanê kom kirine, ji bo hegemonyaya xwe li herêma piştî Esad bidomîne û qirkirina Kurdan pêk bîne, dixwaze bi çeteyên ku ji çar aliyên cîhanê kom kirine, axa jiyana azad a gelê Rojava dagir bike.
Banga berxwedanê ji ciwanên Kurd re
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê ciwanên Kurd di berxwedanê de bibin pêşeng û ev bang hate kirin;
“Em weke ciwanên Kurd rûmeta xwe diparêzin. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî vê qetlîama plankirî bisekinin! Çawa ku DAIŞ ji holê rabû, wê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê jî biçe. Riya sereke ya berxwedanê wê ciwan bin. Em bang li gelê xwe û ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku bi ruhê Kobanê parastina Minbic, Rojava bikin û her qada ku em lê ne, bikin qadên berxwedanê.”
Li dû daxuyaniyê çalakgeran bi dirûşmeyên “Faşîst Tirkiye” û “Qatil Erdogan” li kolanên Hambûrgê meşiyan û êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Di meşa ku di bin dorpêça giran a polîsan de pêk hat de, alên YPG, YPJ, TEV-DEM û komên çep û pankartên bidawîbûna êrîşên li dijî Rojava hatin hilgirtin.
Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ”, “Terorîst Erdogan” û “Jin Jiyan Azadî” hatin qîrîn.