QAMIŞLO- Jinên ciwan ên li bajarê Qamişlo dijîn, bang li ciwan û jinên ciwan kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî pêngava seferberiyê bibin.
Jinên ciwan biryardariya xwe ya ji bo parastina xaka xwe li hemberî çeteyên dagirker anîn ziman.
Hevberdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişlo Wetha Omer diyar kir ku ew ê weke Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger cihê xwe di nava şer de bigirin û got, “Em li her qadê amade ne. Di warê Şerê Gel ê Şoreşgerî de jî gelek amadekariyên me hene. Em ji her tiştî re, ji her rewşê re amade ne. Banga me ji hemû ciwan û jinên ciwan re ev e; Werin beşdarî vê seferberiyê bibin! Werin em êrîşên dagirkeriyê yên li dijî xaka xwe têk bibin. Serkeftin ya me ye. Bijî Serok APO.”
Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Delal Basel diyar kir ku em di serdemeke şer re derbas dibin û got, “Em ê li dijî her cure şer li ber xwe bidin. Em bang li hemû ciwanan dikin; Werin û tevlî seferberiya giştî bibin. Li her bajar û sazîyeke ku hûn lê ne, navê xwe binivsinin ji bo seferberiyê.”
Basel diyar kir ku divê her kes erka xwe bi cih bîne û beşdarî Şerê Gel ê Şoreşgerî bibe û got, “Em careke din bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî seferberiyê bibin û di nava refên YPG, YPJ û QSD’ê de cih bigirin.”
Hevberdevka Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Qamişlo Ciwana Hesen diyar kir ku “Em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û dewletan êrîşî xaka me dikin” û got, “Em weke xwendekar bang li hemû xwendekarên Welatparêz ên Bakurê Sûriyeyê dikin; Em di çarçoveya seferberiyê de amadekariyan dikin. Me dest bi perwerdeya çekan kir. Em hemû xwendekar fêrî karanîna çekan dikin. Di heman demê de perwerdeya tenduristiyê jî hate vekirin. Hemû xwendekar ji bo beşdarî seferberiyê bibin ji van perwerdeyan derbas bûn.”
Ciwana Hesen di berdewamiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku tevlî hemleya seferberiyê bibin û got, “Em bi ti awayî dest ji axa xwe bernadin, em ê welat û axa xwe biparêzin.”