AARAU – Li Aarau ya Swîsreyê, êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên hevkar ên li dijî Rojava bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwaên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşêr (TekoJIN) hatin protestokirin.
Kurdistanî bi pêşengiya ciwanan li ber Gara Trenê ya Aarau li hev civiyan û bi deqeyek rêzgirtinê dest bi çalakiyê kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku piştî deqeyek rêzgirtinê bi zimanê Elmanî hate xwendin de, bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker û çeteyên wê yên di bin serweriya wê de, li dijî baregehên sivîlan ên Minbicê.
Hate diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst dixwaze bi komên çete re li Rojava qirkirinê pêk bîne û hate destnîşankirin ku ti êrîşa TCŞ û TekoJIN nikare ciwanan bitirsîne.
Hat destnîşankirin ku di ronahiya paradîgmaya Rêber APO de erka ciwanan e ku tevlî seferberiya heyî bibin û heta serketinê li qadan bin. Li ser vê bingehê bang li hemû ciwanan hate kirin ku li qadan bin û li dijî dagirkerî û tecrîdê têbikoşin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Es Lebe Rojava” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.