Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe

Edîtor: Nucan Serdoz
09/12/2024 - 12:44
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Rojhilata Navin, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 8 mins read
A A
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku li Sûriyeyê demeke nû destpê dike û got: “Tişta sereke ya ku gelên Sûriyeyê bi hesreta wê ye, Sûriyeyeke demokratîk e. Çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di derbarê hilweşîna rejîma Baas’ê de Di daxuyaniyêk da û got:

“Sîstema netew-dewlet ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye çêkirin û hêzên modernîteya kapîtalîst jî ev sîstem îxracî Rojhilata Navîn kirine. Ev sîstem sedemê esas ê pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn e. Modela netew-dewletê ya ku di nava civakê de yekperestiyê esas digire, li dijî rastiya mirovan e. Ev yek bi geşedanên li Rojhilata Navîn, car din bi eşkere derketiye holê. Rêber Apo rastiya netew-dewleta yekperest, bi kûrahî nirxandiye û diyar kiriye ku ev sîstem dijberê mirov û civakê ye, civak wê zêdetir nekare vê sîstema yekperest rake û ev sîstem wê were derbaskirin, di encama vê de wê li Rojhilata Navîn pêşî li demokratîkbûnê veke. Geşedanên li Sûriyeyê derketine holê, ev rastiya dîrokî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî diyarkirin, piştrast kirine. Rejîma Baas’ê di nava 14 salên dawî de tevî ev qas geşedanên li Sûriyeyê qewimîne, ev rastî nedîtiye, di sîstema netew-dewlet a yekperest de israr kiriye, xwe demokratîk nekiriye û di encamê de dawiya xwe dît.”

TIŞTA BINGEHÎN Ê KU GEL PÊ HESRET MANE, PÊŞKETINA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK E

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev tişt jî hatin gotin:

“Weke KCK’ê ji bo li Sûriyê derbaskirina pergala netew-dewletê ya yekperest û pêşketina veguherîna demokratîk, em her tim di nav hewldanê de bûn. Me ev yek gelek caran ji rêveberiya Sûriyê re hem bi devkî hem jî bi nivîskî ragihand. Me got ku divê li Sûriyê dev ji feraseta yekperest a netew-dewletê were berdan û ji bo pêwîstiya veguherîna demokratîk a Sûriyê gav bên avêtin. Ji bo pêvajoya veguherîna demokratîk a Sûriyê dirêj nebe û gel hîn zêdetir êş nekşînin me pir girîngî da vê. Ji bo vê em di nav hewldanek zêde de bûn. Gelê Kurd jî bi têkoşîna ku pêşxistî re xwestiye Sûriyeyek demokratîk pêş bikeve, bingeha vê pêş xistiye. Em dizanin ku rêveberiya xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo Sûriyê bibe demokratîk di nav hewldanê de bû. Lê belê Rejîma Baasê di hişmendiya netew-dewletê ya yekperest de israr kir. Di encamê vê de jî qeyrana li Sûriyê kurtir bû, çareserkirina pirsgirêkan hate taloqkirin û gelan hîn zêdetir êş kişandin.

Ji vê şûnde tiştê ku gelên Sûriyeyê hesreta wê dikşînin pêşketina Sûriyeyeke demokratîk e. Di nav Sûriyeyeke demokratîk de hemû gelên Sûriyeyê, aliyên olî, zimanên cuda, mezheb û çandên cuda bi hev re, wekhev û azad dikarin bijîn. Li Sûriyeyê çareserkirina pirsgirêkan bi vê re gengaz e. Kurd, Ereb, Durzî, Tirkmen, Suryanî, Êzidî, Ermenî, Nûsayrî, Sûnî û hemû cudahiyên Sûriyeyê dikarin bi vî awayî jiyanek nû ava bikin. Bi hev re dikarin bi awayek azad û xwişk-biratî jiyan bikin û Sûriyeyeke ku mafê her kesî tê nasîn dikarin ava bikin. Li Sûriyeyê pêşketina vê di heman demê de wê hemû Rojhilata Navîn erênî bandor bike û ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn feydeyekê mezin bike. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe nîşan da ku hêza herî dînamîk a vê yekê ye. Weke KCK’ê wê sekn û têkoşîna me ya neteweya demokratîk a ku jiyanek wiha pêş dibîne, cudaparêzî û bi hevre jiyankirina cudahiyan esas digire wê bidome. Li hemberî netew-dewleta ku çavkaniya hemû pirsgirêkan e, çareseriya pirsgirêkan û bi hevre, wekhev, demokratîk û azad jiyankirina hemû gelan bi hişmendiya neteweya demokratîk pêkan e.

Azadiya civakê bi azadkirina jinê dikare pêk were. Azadiya jinê cewher û wateya civakîbûnê îfade dike. Sûriyeya nû ya bê avakirin, ancax bi pêşketina azadiya jinê re dikare demokratîk û azadîparêz be. Ti carî ji xeta azadiya jinê tawîz nayê dayîn û gavek bi paş ve neyê avêtin.

DEWLETA TIRK LI PÊŞIYA SÛRIYEYEKE AZAD ASTENGIYA HERÎ MEZIN E

Dewleta Tirk li pêşiya Sûriyeya demokratîk û azad a ku hesreta gel e, astengiya herî mezin e. Ji bo pêşî li pêşketina jiyana demokratîk û azad a li Sûriyeyê bigire, demeke dirêj e êrîşî Sûriyeyê dike û dagir dike. Tevî ku rejîma Baas hilweşiya jî dewleta Tirk dest ji vê helwesta xwe berneda. Dewleta Tirk jî mîna rejîma Baas xwedî zîhniyeta netewe-dewlet a tekparêz e. Bi êrîş û pêkanînên xwe yên ku pêş xistiye re armanc dike ku feraseta despotîk û sîstema tekparêziyê ya li Sûriyeyê mayînde bike. Armanca dewleta Tirk ne tenê qirkirina Kurdane, di heman demê de dixwaze pêşî li veguherîna demokratîk a li Sûriyeyê bigire, sîstema netewe dewlet a tekparêz û feraseta serdestiya despotîk mayînde bike û bihêle hemû gelên Sûriyeyê di bin qirkirinê de bijîn. Eşkere ye ku dewleta Tirk armanceke bi vî rengî dimeşîne û li ser vê bingehê êrîşên xwe yên li hemberî Sûriyeyê didomîne. Bi vê armancê re dewleta Tirk avaniya bi navê Artêşa Sûriyeyê ya Neteweyî ava kir. Hem bi xwe êrîş dike, hem jî dihêle bi destê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê êrîş pêk bên. Dewleta Tirk bi vê nêzîkatiyê êrîşî yekîtî û yekparçebûna Sûriyê dike û geşedanên Sûriyê tehdît dike. Divê hemû gel û hêzên Sûriyeyê yên alîgirê Sûriyeyeke nû û jiyaneke demokratîk û azad a bi hev re ya li Sûriyeyê, vê nêzîkatiya dewleta Tirk qebûl nekin û li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê helwest raber bikin. Divê li rex berxwedana gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih bigirin. Her wiha em bang li hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin, li cem gelê berxwedêr a Kurd û gelên Sûriyeyê cih bigirin û helwesteke xurt a hevgirtinê pêş bixin.

BERXWEDANA GELAN WÊ TEQEZ BI SER BIKEVE

Divê hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî gelê Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Sûriyeyê ya Neteweyî ku li ser navê dewleta Tirk tevdigerin berxwedana xwe xurt bikin. Divê gelên me li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û parastina xwe ya cewherî bikin. Li ser vê bingehê xwe birêxistinkirin, dê berxwedan û têkoşîna gelan a li dijî her şêwe êrîşan teqez bigihêje serketinê.

Gelê Kurd bi têkoşîna ku pêş xistiye re tevkariyeke mezin di têkbirina sîstema netewe dewlet a yekparêz û feraseta rêveberiya despotîk a li Rojhilata Navîn de kiriye û roleke diyarker lîstiye. Eger zemînek ji bo pêşvebirina Sûriyeyeke nû û demokratîk hatibe avakirin, ev yek bi saya têkoşîna ku ji aliyê gelê Kurd ve hatiye pêşxistine. Ne tenê li Sûriyeyê di heman demê de li Rojhilata Navîn di derketina pêşketineke bi vî rengî de jî xwedî parekê ye û pêşengiyê jê re dike. Eger rastiya Kurd neyê dîtin û mafê wan neyê naskirin ne Sûriye ne û jî Rojhilata Navîn pêkan nîne. Teqez wê cihê gelê Kurd li Sûriyê û Rojhilata Navîn hebe.

Bi van daxwaz û hestan em hemû gelên li Sûriyeyê pîroz dikin, bawer dikin ku wê hemû gel bi hev re Sûriyeyeke wekhev, demokratîk û azad ava bikin û em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê tevbigerin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta Tirk li Eyn Îsa komkujî kir: 12 kes şehîd bûn

Nivîsa Pêş

Li Minbicê panzarek hate îmhakirin, 14 çete hatin girtin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Zapê di navbera gerîla û artêşa Tirk de şerek giran heye

Li Minbicê panzarek hate îmhakirin, 14 çete hatin girtin

Li Minbicê Berxwedana Dîrokî

Li Minbicê Berxwedana Dîrokî

Manşet

  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.