NAVENDA NUÇEYAN- Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê didomin.
Ji şevê din heta niha li navenda bajar pevçûnên dijwar diqewimin.
Di pevçûnan de 2 seyareyên çeteyan ku yek ji wan BMB ketin kemîna şervanan û hatin îmhakirin. Hat gotin ku gelek çeteyên di van seyareyan de hatin kuştin.
Her wiha 14 çete ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatin girtin.
Balafirên bê mirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker navenda bajar, gundewarên Minbicê, Qereqozaq û Sirîn bi dehan caran bombebaran kirin.
Di pevçûnên li herêma Dêr Hafirê 2 seyareyên çeteyan hatin hilweşandin.
Şer û pevçûn bi awayek dijwar didomin