MARSÎLYA – Li ser banga CDK-E’yê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya yê Fransayê li ber Parlamenta Ewropayê mîtîngek hate lidarxistin. û çeteyên wê li dijî Rojava.
Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.
Li dû kêliya rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Gel a Marsîlyayê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku gelê Kurd ti carî serî li ber dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê natewîne û hate gotin ku divê dewletên Ewropa û NATO li hemberî êrîşên dagirkeriyê bêdeng nemînin.
Di çalakiyê de timî dirûşmên “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Faşîst Erdogan” hatin berzkirin.
Di mîtîngê de çalakgeran diyar kirin ku ew ê her tim li dijî êrîşan li ber xwe bidin û ew ê çalakiyên xwe bê navber bidomînin.