NAVENDA NÛÇEYAN- Êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker piştgiriya hewayî dide çeteyên ku li bejahiyê nikarin li dijî şervanên QSD′ê şer bikin. Ev êrîşên ku heta niha bûne sedema qetilkirina bi dehan jin û zarokan hê jî didomin. Çeteyên dewleta Tirk a qirker şerekî qirêj a bê exlaq dimeşînin.
Berê bi sedan caran hatiye gotin û bi sedan delîl hene; Yê ku DAIŞ afirandiye dewleta Tirk a dagirker e. Serjêkirin, destavêtin, talankirin, kuştin û komkujî bi tevahî zîhniyeta dewleta Tirk a dagirker e û çeteyên ku di bin navê AAS’ê de êrîşî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin jî bi vî rengî hatine perwerdekirin.
Kanala HaberTürk a Pro-Medyaya Dewleta Tirk a Dagirker ku beriya niha nûçeyên derew li ser girtina Minbicê belav kiribû, îro bi sernavê “Minbic ji PKK-YPG’ê hat paqijkirin” weşana zindî kir. Di dîmena ku di weşana zindî de tê îdiakirin ku ji Minbicê ye, ji aliyê çeteyan ve wesayîtên derbasbûyî tê kontrolkirin. Her wiha balê dikişîne ku di milê çeteyan de nîşaneyên DAIŞ’ê hene.
Di vî dîmenê de jî tê dîtin ku dîsa DAIŞ û komên çete yên xwedî zîhniyeta DAIŞ’ê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve li dijî gel û mirovahiyê tên çewsandin. Û ev yek li ber çavê hemû cîhanê diqewime.