TÎÇÎNO – Li bajarê Ticino yê Swîsreyê bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Meclîsa Gel a Ticîno û gelê Kurd êrîşên li ser Minbicê hatin protestokirin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gel li Gara Trenê li hev civiyan û çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê TCŞ’ê Koçer Dîdêrî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker wê nirx û axa Kurdan binpê neke û wiha got;
“Bi rûxandina rejîma Esed a dîktator re, şerê li Sûriyê gihişte qonaxeke nû.
Bi van êrîşan re tê xwestin ku destkeftiyên Kurdan ji holê bên rakirin. Êrîşên heyî li dijî şoreşa Rojava hatin kirin. Hilweşîna Esad di wateyekê de tê wateya têkçûna feraseta netew-dewletê. Dema ku li Rojhilata Navîn netew-dewlet yek bi yek hilweşiyan, neteweyên demokratîk ji aliyê gelan ve weke modela jiyanê ya nû hatin tercîhkirin. Ev êrîş li dijî sîstema neteweya demokratîk hatin kirin. Gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi pêşengiya YPG, YPJ û QSD’ê li hemberî van êrîşan li ber xwe dide û di feraseta neteweya demokratîk de israr dike.”
Koçer Dîderî diyar kir ku ji bo parastina şoreşa Rojava û destkeftiyên Kurdan ew ê li qadan bin û wiha got: “Em ti qadê vala nahêlin. Heta em Şoreşa Rojava misoger bikin em ê bi ruhê seferberiyê tevbigerin. Serketin wê ya gelên ku li ber xwe didin.”
Li dû Koçer Dîdêrî daxuyaniya Îtalî hat xwendin.
Çalakiya ku demekê bi çalakiya rûniştinê dewam kir, bi dirûşmeyên “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Bijî Rojava”, “Terorîst Tirkiye” û “Qatil Erdogan” bi dawî bû. “.