PARÎS – Li ser banga KCDK-E’yê bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoroşger (TCŞ) li Viîlers Le Bel Suburb a paytexta Fransa Parîsê, meşek hat lidarxistin.
Di çalakiya li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker ên li ser Rojava de bi sedan kes beşdar bûn û dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Serok APO”, “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Çalakgeran pankartên bi nivîsa “Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” Statuya Rojava, Êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bibe” û alên YPG û YPJ’ê vekirin.
Ciwan li ber avahiya Komeleya Kurd a Demokratîk a Şehîd Evîn Goyî meşiyan û ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz girtin.
Piştre Zîndan Amed axivî û got, “Bi hevkariya rêxistinên terorê û dewleta faşîst a Tirk hewl didin destkeftiyên li Rojava tine bikin. Yên ku destê aştiyê dirêjî me dikin û weke ku bi navê aştiyê dixwazin tevdigerin, îro êrîşî Rojava dikin. Ji bo em destên we yên aştiyê bigrin, divê destên we paqij bin, destên we bi xwînîn. “Di destê we de xwîna Rojîn, Memet Tunç û Şehîd Evîn heye, pêşî hûn ê paqij bibin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.