TORÎNO – Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojava, ji aliyê ciwanên navneteweyî ve semînerek hate organîzekirin.
Di semînerê de ku nêzî 150 kes beşdar bûn, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşa siyasî ya Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Di semînerê de hat nirxandin ku Şoreşa Rojava ku bi berxwedana bi biryar a şervanên YPG û YPJ’ê li dijî zîhniyeta barbar a DAIŞ’ê jiyan ji nû ve afirand, hate nirxandin. Jiyana komunal a alternatîf a demokratîk a li Rojava li dijî modernîteya kapîtalîst hate nîqaşkirin.
Piştî bi beşdarbûna bavê şervanekî berê yê YPG’ê, bi bavê Orso-Tekoşer Piling (Lorenzo Orsetti) yê di sala 2017’an de ji Îtalyayê tevlî nava refên berxwedana Rojava bû û di meha Adarê 18, 2019’de li Dêrezorê şehîd bû, Alessandro Orsetti jî civînek hate lidarxistin. Beşdarê dawî Mezzaluna Rossa bû.
Piştî semînerê ciwanên enternasyonalîst bi pankarta “Çavê hemû li Minbicê ye, Rojava biparêze” daxuyanî dan û bal kişandin ser êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst li dijî Rojava. Ciwanên enternasyonalîst banga çareseriya aştiyane û demokratîk kirin û diyar kirin ku ew li kêleka şervanên QSD, YPG û YPJ’ê ne ku bi lehengî ji bo azadiya jinê têdikoşin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedanan YPJ” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.