NAVENDA NÛÇEYAN- Li vir em ê qala du vîdyoyan bikin.
Yek ji wan vîdyoyek e ku ji medyaya alîgir a dewleta Tirk a dagirker CNN Turk weşana zindî hatiye girtin. Ya din jî ji kanala A Haberê ye, ku ew jî medyaya alîgirê delweta Tirk e.
Ji sernivîsa nûçeya ku di vîdyoyê de hatiye dayîn heta axaftin û naverokê, ev çete kî ne û ji bo çi armancê hatine amade kirin li ber çavên hemû cîhanê ne.
Di dîmenê ku ji sînorê Minbicê derketî de yekemîn manşeta nûçeyê wiha ye: “Gelê Minbicê em hembêz kirin.” Ji bilî çeteyan ti mexlûqek zindî li tu derê nîne. Em dibêjin mexlûqek ji ber ku ev mexlûq in ku ji mirovahiyê tiiştek negirtine. Yanî tenê pêşwaziya Fulya a ku endama MÎT’ê ye van mexlûqan dikin.
Wekî ku di vîdyoyê de tê dîtin, mexlûqêki bi zimanê xwediyên xwe yên ku ew perwerde kirine bersiva pirsan dide. Yanî Tirkî. Weke ku ji vir jî tê fahmkirin dewleta Tirk a faşîst a dagirker e, wan perwerde dike, xarin dide wan û wan dîn û har dike. Jixwe dewleta Tirk li pêşberî hemû cîhanê vê yekê qebûl dike û bi vê yekê jî serbilind e.
Paşê sernivisekî din dikeve rojevê. “Wê PYD jî mîna DAIŞ’ê û Esad dawî bibe. Jixwe ji hemû cîhanê re hatiye îspatkirin ku hêzên YPG’ê YPJ’ê ji DAIŞ’ê têkbirine. Em ê li vir nekevin nîqaşa kê DAIŞ paqij kir û kê îmha kir. Ev jixwe diyar e. Îcar kê DAIŞ afirandiye, ev jî giring e. Bi vîdeoyên ku di salên 2014-2015’an de hate îspatkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi dehan kamyonan, çekan ji DAIŞ’ê re şandiye. Baş e, dema ku hûn vê sernavê bikar tînin, we amblemên DAIŞê yên li ser milên van mexlûqên ku we bi wan re hevpeyvîn kiriye we ji bîr kiriye? Wê demê em bînin bîra we hîn doh kanala Habertürk ku ew jî wekî van kanalan e, weşana xwe ya zindî de vî da. Ger nehatibe bîra we em deynîn jêr.
Vîdyoyek din ji A Haberê ye. Di binnivîsê de dibêje: “Çavkaniyên Ewlekariyê: Têkoşîna ji bo xilaskirina terorê dewam dike.”
Em dîsa bi têgeha terorê re rû bi rû ne. Gelek pênaseyên têgeha terorê hene, lê ger em pênaseya herî berbiçav û giştî bidin, em dikarin bibêjin ku ew tevaya kiryarên tundiyê yên li dijî kesan e. Eger em vê yekê zêde bikin, ev hemû kiryarên şîdetê ne tenê li dijî şexsan, li dijî her zindiyên xwezayê jî tên kirin. Pir balkêş e ku ev têgeh ji dema derketina xwe ve her tim ji bo rêxistinên li dijî dewletê hatiye bikaranîn.
QSD, YPG û YPJ ku li Rojava ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd têdikoşin, di bin navê nûçeyê de wan weke terorîst pênase dikin. Ji ber vê yekê terorîzma rastîn çi ye û terorîst kî ye divê were zanîn. Yê serê mirovan serjê dike û jinan difiroşe DAIŞ e teror yan jî şervanên YPJ-YPG’ê ku li dijî wê şer dikin û bi sedan jin û mirovan azad dikin teror in?
Şer, têkoşîn û xweparastina gel a ji bo parastina hebûna xwe weke hêman an jî kiryareke terorê tê dîtin, gelo komkujî û tundiya dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên ku ev gel qetil kirin rewa ye? Yan dema dewletek vê yekê dike rewa tê dîtin? Li vir pêwîstiya lêkolîn û berçavgirtina îfadeyên teror û terorîstan derdikeve pêş.
Di salên dawî de gelek bûyerên ku bûne sedema kuştinên komî hatine dîtin. Komkujiyên li Xezzeyê li hemberî gelan hatin kirin, weke mînaka vê yekê dikarin bên nîşandan. Lê dema em lê dinêrin, hêzên leşkerî yên dewletek (Îsraîl) bi xwe ne ku ev komkujî kirine. Di dîroka gelê Kurd de mînakên vê yekê bêhejmar hene. Li Koçgirî, Dêrsim, Zîlan, Roboskî, Cizîr, Sûr, Serêkaniyê, Efrînê, herî dawî li Şehba û niha jî li Minbicê ev yek tê kirin. Ji ber vê yekê, gelo rastiyek heye ku bikaribe avêtina bombeyekê li ser komek mirovên bêçek rewa bike? Bêguman na! Baş e, eger ev ne kiryarên terorîstî ne wê demê ev bûyer çi ne?
Ev terora dewletê ye. Terora çeteyên yên dewleta Tirk ku serjê dikin, talan dikin, destavêtin û qetil dikin. Yê ku 2 birîndar li nexweşxaneyê qetil kir, yê ku sivîl li derve ji ber ku cihê şervanan negotin înfaz kir, yê ku 2 kesên destên wan ji pişt ve girêdayî li nîvê kolanê qetil kir, yek ê ku li Eynîsayê bû sedema mirina 14 kesên ku di nav wan de jin û zarok hebûn, yê ku li Kobanê 2 zarok bi awayekî hovane qetil kirin, yê ku jin revandin terora zihniyeta faşîst a Tirk e.
Kesên li pişt van êrîş û êrîşan çavkaniya rastî ya terorê ne. Bi kurtasî; Ji bo ku hûn bibin terorîst ne hewce ye ku hûn çekdar bin. Kes an jî komên ku bi lixwekirina cil û bergên xwe mudaxeleyî jiyana mirovan dikin terorîstên herî mezin in. Ya rastî terorîstên rast Erdogan, Bahçelî û hwd. yên ku di meqamên herî bilind jiyana xwe didomînin, tenê li jiyana xwe difikirin in, û pir rehet biryara qetlîamên mirovan didin.”