NAVENDA NUÇEYAN- Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me ji herêmê ragihandine, komên çete yên dewleta Tirk li herêma Qerekozak bi desteka balafiran û tangan êrişên xwe didomînin.
Komek çeteyan hewldan li ser pira Qerekozak derbasî aliyê herêma Sirrinê bibin. Li ser vê yekê şervanan bersiv dan û pevçûnên dijwar derketin. Balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk jî herêm bombebaran kirin.
Heta niha di pevçûnan de 8 çete hatine kuştin û 2 ji wan jî bi saxî ketin destê şervanan. Her wiha balafirek bê mirov û biçek hat xistin, 3 sayere hatin hilweşandin.
Li herêmê pevçûn didomin.