NAVENDA NÛÇEYAN – Şervanên QSD çalakiyên xwe yên li dijî çeteyên dewleta Tirk didomînin.
Êrîşa çeteyên girêdayî dewleta Tirk a li ser herêma Dier Hefir a başûrê rojavayê Minbicê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hat şikandin. Wesayîtek ku çeteyên tê de bûn hate rûxandin, hejmarek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Li Qereqozaqê zêdeyî 100 çete hatin kuştin her wiha hêjmarek maşîneyên çeteyan hatin rûxandin.
Hêzên QSD li esmanê Dirbisiyê balafira keşfê ya AKSUNGUR a artêşa Tirk xistin xwarê.