TORÎNO – Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, bi pêşengiya jinên ciwan ên enternasyonalîst, bi beşdariya Kurdan, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û qirker ên li ser Rojava, meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Di çalakiyê de parastina Kurdistanê û komunên ciwanên enternasyonalîst daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de banga bidawîkirina êrîşên li dijî Rojava hate kirin.
Ciwan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker û çeteyên wî yên ku êrîşên dagirkeriyê li ser Rojava pêk tînin, li kolanên Torîno meşiyan.
Jinên ciwan ên ku çalakî bi rê ve birin bi yek dengî dirûşmên “Bijî YPJ” û “Bijî YPG” qîriyan.
Ji aliyê ciwanan ve belavokên ku balê dikişînin ser êrîşên dagirkeriyê li şêniyên Torînoyê hatin belavkirin. Di çalakiyê de ji bo ciwan êrîşên li dijî Rojava bi dawî bibin, bi zimanê Îtalî daxuyanî hatin dayîn û hat destnîşankirin ku divê gel destekê bide.
Ciwanên li kolanên herî qelebalix ên bajêr çalakiya xwe veguherandin mîtîngê. Di daxuyaniyê de li ser navê Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê di mîtîngê de hat gotin, “Em ê li gel QSD, YPG/YPJ û hemû gelên berxwedêr ên herêmê piştgiriya xwe berdewam bikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê berxwedana gelên herêmê, berxwedana hemû mirovahiyê ye. Erka me ya dîrokî ye ku em vê yekê biparêzin.”
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.